Wênegirtina filmê ‘Messiyê Bexdayê’ li Kurdistanê destpê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Kurtefilmê “Messiyê Bexdayê” yê derhênerê Kurd Sehîm Omer Xelîfe, piştî wergirtina 60 xelatên cihanî, weke filmekî dirêj ê sînemayî tê berhemanîn û wênegirtina wî li Herêma Kurdistanê destpê kiriye.

Budceya berhemanîna vê berhema sînemayî ji aliyê Belçîka, Holenda, Almanya û Herêma Kurdistanê ve hatiye terxankirin û tenê li Hêrêma Kurdistanê 500 hezar dolarên Amerîkî ji budceya film tên xerckirin.

Ji naverasta hezîrana 2021 ve wênegirtina vê berhemê li Herêma Kurdistanê dest pê kiriye û heya tîrmeha bê berdewam dibe, cih jî li herdu parêzgehên Duhok û Hewlêrê ne.

Stafê teknîkî yê film ji Kurdistan, Belçîka û Holendayê ne. Hisên Hesen, Zehra Gendur, Esîr Adil û Adil Ebdilrehman rola sereke tê de dilîzin.

Hendrik Verthè ji Kompaniya (A Team Productions) a Belcîkayê, Mihemed Ektaş ji Kompaniya (Mitos Film) a Elmanyayê û Holenda û Herêma Kurdistanê jî di berhemanîna film de beşdar in.

Kompaniya (Wild Bunch) weke bihêztirîn kompaniya belavkirina filman li Ewropayê tê naskirin û erkê belavkirina film li stûyê xwe digire.

Kurtefilmê “Messiyê Bexdayê” di sala 2012an de hatiye çêkirin û di cîhanê de deng veda û 60 xelat di festîvalên cîhanî de wergirtin û yek ji 10 filmên kurtelîsta filmên berbijêr bû ji bo Xelata Oscar weke baştirîn kurtefilm.

“Messiyê Bexdayê” behsa zarokekî dike ku her çend xwedî pêdiviyên taybet e, lê hezkirina wî bo futbolê û lîstikvanê tîma Barcelona û stêrka tîma niştimanî ya Arjentînê Lionel Messi pir mezin e.

Ji egera vî filmî, akterê sereke yê film ku zarok e, karî Messi bibîne û ji aliyê navendeke Brîtanî alîkariya darayî jê re hat komkirin, li Îranê jî lingekî destkird jê re hat çêkirin.

Di sala 2017an de Rêveberiya Sînema ya Belçîkayê, ji bo nivîsîna senaryoya vî filmî ji bo filmeke dirêj bê amadekirin, budce jê re terxan kir û budceya berhemanîna wê diyar kir. Belçîka salane bi tenê piştevaniya 6-8 berhemên sînemayî dike.

Ev film dibe dûyem berhema dirêj a Xelîfe, piştî filmê dirêj “Zagros” ku 12 xelatên sînemayî bi dest xistin, mîna xelata mezin a gera 44emîn Festîvala Navdewletî ya Filmên Gent li Belçîkayê.

Sehîm Omer Xelîfe derhênerekê Kurd e. Niha li Belçîkayê dijî û bi rêya kurtefilmên “Axa Qehremanan”, “Messiyê Bexdayê” û “Nêçîrvanê Xirab”, zêdetirî 120 xelatan wergirtiye û niha yek ji endamên jûrî ya filman e di Akademiya Oscarê de. Li ser asta Kurdistan, Iraq û Belçîkayê jî rekor di warê wergirtina xelatan de tomar kirin.