Li Stenbolê şahiya Navenda Çanda Mezopotamya hat qedexekirin

18-12-2022
Zînê Cahîde Akgul
Li Stenbolê şahiya Navenda Çanda Mezopotamya hat qedexekirin
Li Stenbolê şahiya Navenda Çanda Mezopotamya hat qedexekirin
Nîşan Navenda Çanda Mezopotamya Qedexekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qeymeqamtiya navçeya Kuçukçeke ya Stenbolê şahiya Navenda Çanda Mezopotamya ya bi navê “Emê Bêjin” qedexekir.

Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ragihandibûn ku dê Roja Şemiyê 17ê Kanûna 2022an bi helkefta 31emîn salvegera navenda xwe NÇMê şahiyeke bi navê “Emê Bêjin” li Stenbolê saz bikin.

Lê Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê bi hinceta ku dê bibe sedema têkdana ewlekariyê û pergala raya giştî biryara qedexeyê da. Li ser vê biryarê hunermendên navendê xwestin daxuyaniyekê bidin lê polîsan rê neda wan û nêzîka 25 kes hatin desteserkirin, lê piştre derengê şevê hatin berdan.

Parlamenterê HDPê Musa Piroglu got “25 hevalên me hatin desteserkirin. Dijminatiya desthilatê ya li beramber Kurdan, çand û zimanê Kurdan berdewam e. Êdî ev ne tenê qedexeyeke lê bûye wek sîstemeke zordariyê. Ev sîstema zordariyê li her cihê ku Kurd nefesê werdigrin bi êrîşên xwe dixwaze Kurdan asteng bike.”

Hunermendên Kurd dijî midexaleya polîsan nerazîbûna xwe pêşandan û di navbera wan û polîsan de alozî derket.

Hunermenda NÇMê dibêje “Hun hunerê qedexe dikin. Hun dê bi vê şermê çawa bikaribin bijîn.”

Piştî rê bo çalakiyê nehat dayîn hejmarek hunermend û xelk bi slogana “Hun nikarin ziman, mûzîk û çanda me qedexe bikin!” li navçeya Bagcilarê kom bûn û şahiyek saz kirin.

Navenda Çanda Mezopotamya di sala 1991an de li Stenbolê hat damezrandin û bi kar û xebatên xwe yên çand û ziman li parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî xwe rêxistin kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst