'Heftê û Çar' li Almanyayê namzeda xelatê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskara Kurd Ronya Othman bi pirtûka xwe ya bi navê "Heftê û Çar" ji bo lîsteya kurt a Xelata Pirtûkan a Almanyayê ya 2024an hat hilbijartin.
Komeleya Weşanger û Pirtûkfiroşên Alman (Börsenverein des Deutschen Buchhandels) lîsteya kurt a ji bo Xelata Pirtûkan a Almanyayê ya 2024an eşkere kir.
Juriyê biryara xwe da û 6 roman xistin nav lîsteya kurt a Xelata Pirtûkan Almanyayê ya 2024an.
Di nava wan romanan de romana "Vierundsiebzig" (Heftê û Çar) a nivîskara Kurd Ronya Othmannê jî heye.
Nivîskara Kurd Ronya Othmann dê bi romana xwe ya "Heftê û Çar" ku bi Almanî nivîsiyê ji bo xelatê hevrikiyê bike.
Xelatgir dê 14ê Çiriya Pêşîna 2024an di destpêka Fûara Pirtûkan a Frankfurtê de bê eşkerekirin.
Ronya Othmannê di vê berhema xwe de bi awayekî edebî behsa Komkujiya Kurdên Êzidî ya ku ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin dike û bi vî awayî şahidiyeke girîng û herikbar diafirîne.