'Heftê û Çar' li Almanyayê namzeda xelatê ye

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Heftê û Çar Ronya Othmann Almanya Xelat Komkujiya Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskara Kurd Ronya Othman bi pitûka xwe ya bi navê "Heftê û Çar" ji bo lîsteya kurt a Xelata Pirtûkan a Alman a 2024an hat hilbijartin.

Komeleya Weşanger û Pirtûkfiroşên Alman (Börsenverein des Deutschen Buchhandels) lîsteya kurt a ji bo Xelata Pirtûkan a Alman a 2024an eşkere kir.

Juriyê biryara xwe da û 6 roman xistin nav lîsteya kurt a Xelata Pirtûkan Alman a 2024an.

Di nav wan romanan de romana "Vierundsiebzig" (Heftê û Çar) nivîskara Kurd Ronya Othmann jî heye.

Nivîskara Kurd Ronya Othmann dê bi romana xwe ya "Heftê û Çar" ku bi Almanî nivîsiyê ji bo xelatê hevrikiyê bike.

Xelatgir dê 14ê Çiriya Pêşîna 2024an di destpêka Fûara Pirtûkan a Frankfurtê de bê eşkerekirin.

Ronya Othmann di vê berhema xwe de bi awayekî edebî behsa Komkujiya Kurdên Êzidî ya ku ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin dike û bi vî awayî şahidiyeke girîng û herikbar diafirîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst