Aynur Dogan li Gravên Kanaryayê konserek saz kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda navdar a Kurd a Bakurê Kurdistanê Aynur Dogan di çarçoveya festîvalekê de li Îspanyayê konserek saz kir.

Hunermenda naskirî ya Kurd Aynur Dogan doh 17ê Îlona 2022ê li girava herî mezin a Devera Xweser a Giravên Kanaryayê, Tenerifeyê ku ser bi Îspanyayê ye di çarçoveya Festîvala Boreal de konserek saz kir.

Aynur Dogan ku wek hunermendek Kurd li ser asta cîhanê tê naskirin derbarê konsera xwe de li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kiriye û dibêje: "Ji ber pêşwaziya germ spas. Careke din hatina Tenerife gelekî xweş e. Bi hêviya ku careke din bêm.”

Dogan herwiha vîdeoya  beşeke wê  konserê  jî belav kiriye û têde ligel kesên beşdarî konserê bûne starana xwe ya navdar “Keça Kurdan” dibêje.

Aynur Dogan, 1ê Adara 1975ê li parêzgeha Dersîmê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 2021an de ji aliyê Fuara Navneteweyî ya Muzîka Cîhanê ya Womexê, wek hunermenda salê hatiye diyarkirin û xelata saziyê ya sala 2021an wergirtiye. Aynur Dogan heta niha 8 albûmên muzîkê derxistine. Albuma wê ya herî bi nav û deng “Keça Kurda” ye.

Heta niha çendîn car konserên Aynur Dogan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda hatine qedexekirin. Herî dawî  Şaredariya Navçeya Derînceyê ser bi bajarê Koacaelî yê Tirkiyê ku di destê AKPê de ye, 15ê Gulana 2022ê ragihandibû ku konsera hunermenda Kurd Aynur Dogan ya biryar bû 20ê Gulanê li wê navçeyê bê sazkirin bi hinceta ku "ne guncaw e" hatiye betalkirin.