Li Almanyayê 'Festîvala Hemû Rengên Jiyanê' hate lidarxistin

Aachen (Rûdaw) - Li bajarê Aachenê yê Almanyayê festîvaleke çandî ya tijî rengên xweşik di bin navê “Hemî Rengên Jiyanê” hat lidarxistin.

Ji gelek bajarên Almanya û Ewropayê Kurd beşdarî festîvalê bû.

Di vê festîvalê de ji hemû parçeyên Kurdistanê xwarinên kurdewarî hatin pêşkêşkirin.

Welatiyê bi navê Ehmed wiha anî ziman, “Îro em Kurd bi dilekî neteweyî û bi eşq li vir kom bûne.

Karê me karekî neteweyî ye û ne girêdayî ti aliyekî ye, loma her kes hat û ez bi wan serbilind im û dest û çavên wan maçî dikim.

Ev ne jinên Kurd lê şêrên Kurd in. Îro şêrên Kurd îsbat kirin ew kî ne. Saz, awaz û şêwekar û hunermend hemû li vir amade bûn.”

Beşdareke festîvalê got “Ez gelekî spasiya tevan dikim xasma jinên me yên Efrînî ku pir westiyane û amadekariyên zêde kirine û xwarin û şîv amade kirine.

Em pir kêfxweş in û bila werstîna xwe li me helal bikin.”

“Em Kurd birîndar in, me gelekî êş kişandiye”

Cîhan jineke ji Kobaniyê ye li Holendayê dijî wiha axivî “Em hatine Almanyayê qene beşdarî vê ahengê bibin û em pir pê kêfxweş in.

Bi rastî em Kurd birîndar in û me gelekî êş kişandiye. Her çiqasî em hatine vir da ku em wê êşa xwe hinekî kêm bikin lê em ti carî nikarin êşa ku me kişandiye ji bîr bikin û her tim di dilê me de ye.”

“Jin rengê jiyanê ye”

Emel Hesena ku wekî nivîskar û helbestvan beşdarî festîvalî bûye wiha axivî, “Ez wekî nivîskar û helbestvan beşdarî vê ahengê bûm.

Ev du meh in em amadekariyên xwe ji bo vê ahengê dikin. Jin rengê jiyanê ye, ji ber ku jin jiyan e û jiyan jî jin e.

Em wek jinên Kurd xwe serbilind dibînin û ala Kurdistanê bilind dikin, loma em li ku bin jî em her şêrejinên Kurd in.

Lewra me soz daye ku em ji maf û azadiyên xwe nayên xwarê hetanî welatê me azad bibe.

Spas ji bo we hatina we û em hêviya serkeftinê ji vê çalakiyê re dixwazin û berdewam bikin û bijî Kurd û bijî Kurdistan.”

Jineke din a bi navê Cîhan ku ji Efrînê wiha got, “Navê min Cîhan e û ez li Almanyayê ji dayik bûme û dê û bavê min ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ne.

Ez li Almanyayê ji dayik bûme û jiyame zaf dilxweş im li vir ku beşekê ji çanda gelê xwe bibînim.

Ez tenê carekê du caran çûme Efrînê. Loma ez dilxweş im bi vê aheng û çalakiyê û em hîn bibin û paşê zarokên xwe jî hîn bikin, lewra bi min karekî pir baş e û ez spasiya wan dikim.”