Îro salvegera koça dawî ya helbestvan Seydayê Keleş e

18-06-2020
Besam Mistefa
Seydayê Keleş yek ji helbestvanên Kurdî yên klasîk bû
Seydayê Keleş yek ji helbestvanên Kurdî yên klasîk bû
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Seydayê Keleş Seydayê Cegerxwîn Kurdî Kurd Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 13 sal di ser wefata helbestvanê Kurd Seydayê Keleş re derbas dibin. Keleş yek ji helbestvanên Kurdî yên klasîk bû û ketibû bin bandora Seydayê Cegerxwîn.

Seydayê Keleş ku navê wî yê rastî Mele Hisênê Bizgûrî bû, sala 1930î li gundê Bizgûrê yê girêdayî Mêrdîna Serxetê hate ser rûyê dinyayê û di 18ê hezîrana 2007an de li Qamişloka Binxetê koça dawî kir û li goristana Qidûr Begê hate veşartin.

Seydayê Keleş zaroktiyeke dijwar derbas kir û hîn biçûk bû sêwî ma. Lê Keleş her li ber xwe da û hin dîwanên helbestan li pirtûkxaneya Kurdî zêde kir wek: Em û Dijmin – Rêka Gel – Derdê Milet – Ronahî – Pirtûka Gotinên Bav û Kala, Xebat – Helebçe û Berbang. Dîwana Baxistanê jî hên nehatiye çapkirin.

Helbestên Keleş fêmbar in û zimanê wî sade û zelal e. Keleş, Seydayê Cegerxwîn ji xwe re nola mamoste û rênîşander didît. Keleş wiha li ser helbesta xwe dibêje: “Gotinên helbestên min sivik in. Cegerxîwn qewîtî li min kiribû ez helbesta ku her kes jê fêm bike binivîsim.”

Keleş aşiqekî dilnazik û evînperest jî bû. Di helbesta “Gerdena Nazik” de, Keleş wiha behsa dildara xwe dike û dibêje: “

Gerdena nazik ji rîhanê mede ber pencerê

Bejn û bala tey tenik tirsim belak jê re derê

Zulf û xalan tu veşêre ebrû çavan bermede

Nabî kes vana bibîne û li wana binerê

Dergevan im bendewar im mal û halê min tu yî

Vî dilê seyda ditirsim tu bidî ber xencerê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst