Kurtefîlma Kurdî 'Navnîşan' di Festîvala Fîlman a Stenbolê da Xelata Baştirîn Kurtefîlm wergirt

18-04-2023
RÛDAW
Nîşan Navnîşan Festîvala Fîlman a Stenbolê Aram Dildar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurtefîlma "Navnîşan" a  derhênerê Kurd Aram Dildar di 42mîn Festîvala Fîlman a Stenbolê da Xelata Baştirîn Kurtefîlm wergirt.

Festîvala Fîlman a Stenbolê ku îsal ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) va cara 42emîn hat lidarxistin, îro danê êvarê li Stenbolê bi merasima xelatdayînê bi dawî bû.

Fîlma kurdî ya bi navê "Navnîşan" ku di beşa kurtefîlman de beşdarî festîvalê bû, bû yekemîn.

“Navnîşan” ku derhêneriya wê Aram Dildar kiriye, ji aliyê temaşevanan ve gelek hatibû ecibandin.

Derhêner Aram Dildar ji Rûdawê re axivî û got: “Kurtefîlma min Navnîşan wê promiyera xwe ya li Stenbolê bike. Film li festîvalên navneteweyî geriya rastê eleqeyê hat û xelat jî girt. Fîlm behsa guhertina navên gundên Kurdan û wergerandina bo Tirkî dike. Em çîrokê bi awayekê trajikomik vedibêjin.”

Di çarçoveya festîvalê de 134 fîlmên metrajdirêj û 29 kurtefîlm di maweya 12 rojan de ji bo sînmehezan tên nîşandan. Festîval îsal di 14 beşan de, ji 84 welatan bi beşdariya fîlmên 160 derhêneran tê lidarxistin.

Herwiha di festîvalê de fîlmekî dirêj, yek belgefîlm û 2 kurtefîlm ên derhênerên Kurd hatin nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst