Abudullah Zeydan ji astengdaran re strana 'Qumrîkê' got

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abudullah Zeydan di çalakiyeke ku ji aliyê şaredariyê ve ji bo welatiyên astengdar hatibû sazkirin de strana “Qumrîkê” got.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê îro di çarçoveya Hefteya Tevgerê ya Ewropayê de ji bo welatiyên astengdar çalakiyek li dar xist.

Serokê Şaredariyê Abdullah Zeydan jî beşdarî çalakiyê bû û ligel welatiyên nivîşkan ên Wanê civiya.

Di çarçoveya çalakiyê de bo nivîşakanan konsertek jî hat sazkirin.

Abdullah Zeydan di konserê de mîkrofon da destê xwe û strana “Qumrîkê Ez Romî Me” got.

Welatiyên astengdar ku cara yekem guh dan wê strana bi dengê  Zeydan kêfxweş bûn.