Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abudullah Zeydan / Wêne: Ji vîdeoya Şaredariya Wanê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abudullah Zeydan di çalakiyeke ku ji aliyê şaredariyê ve ji bo welatiyên astengdar hatibû sazkirin de strana “Qumrîkê” got.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê îro di çarçoveya Hefteya Tevgerê ya Ewropayê de ji bo welatiyên astengdar çalakiyek li dar xist.
Serokê Şaredariyê Abdullah Zeydan jî beşdarî çalakiyê bû û ligel welatiyên nivîşkan ên Wanê civiya.
Di çarçoveya çalakiyê de bo nivîşakanan konsertek jî hat sazkirin.
Abdullah Zeydan di konserê de mîkrofon da destê xwe û strana “Qumrîkê Ez Romî Me” got.
Welatiyên astengdar ku cara yekem guh dan wê strana bi dengê Zeydan kêfxweş bûn.
📺Van Büyükşehir Belediyesi’nin Avrupa Hareketlilik Haftası etkinlikleri çerçevesinde engelli yurttaşlarla bir araya gelen Eşbaşkan Abdullah Zeydan, engelliler için Kürtçe "Qumrîkê" şarkısını seslendirdi.
— T.C. Van Büyükşehir Belediyesi (@vanbuyuksehirbb) September 17, 2024
💬Şarkıyı Eşbaşkan Zeydan’dan dinleyen engelliler, keyifli anlar yaşadı.… pic.twitter.com/WDP2J9W6kH
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse