Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê Xelata Şerefnameyê da Perwîz Cîhanî

Hewlêr (Rûdaw) - Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê "Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî" ya sala 2024an diyarî nivîskarê Kurd Perwîz Cîhanî kir.

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê li ser "Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî" daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê amaje bi xelatê hat kirin û wiha hat gotin:

“Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê 'Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî' ya sala 2024an roja şemiyê, 14ê Îlona 2024an diyarî nivîskar, werger û lêkolînerê Kurd ê qedirbilind Perwîz Cîhanî kir.”

Li gorî daxuyaniyê xelat ji bo ked û xebatên Cîhanî yên demdirêj di warê çand û zimanê Kurdî de hatiyedayîn.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin ku Dr. Perwîz Cîhanî zêdetirî çil salî ye di warê zimanê Kurdî de dixebite û yek ji nivîskarên herî giring ê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê ye, xebat û berhemên xwe di warê çand û zimanê Kurdî de bandoreke wî ya mezin heye.

Perwîz Cîhanî kî ye?

Perwîz Cîhanî sala 1955an li gundê Belesora Jêrîn a bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinyayê.

Dibistanên seretayî û navîn li bajarên Xoy û Selmasê xwendiye. Li zanîngeha Peyamê Nûr a Urmiyeyê ziman û çanda Farsî qedandiye.

Ji salên 1975-1981,  6 salan wekî mamosteyê debistana seretayî li gundên bajarê Xoyê mamosteyî kiriye.

Sala 1983-84an wekî lêkolîner li ser jiyana koçerên Kurd li Sazumana Eșayirî ya Urmiyêyê de xebitiye.

Salên 1984- 88an li radyoyên Kurdî yên Tehran û Urmiyêyê da wekî nivîskar û bêjerên du bernameyên ferhengî xebitiye.

Tevî karê radyoyê sala 1984an bi mamoste Hêmin Mukriyanî li bajarê Urmiyeyê di Intișarata Selahedîn Eyûbî de kovareke Kurdî bi navê Sirwe ku bi her du zaraveyên Kurmancî û Soranî dihate weșandinê damezrandine.

Di kovara Sirweyê de 10 salan wekî alîkarê rêdaktor û berpirsê beşa Kurmanciyê xebitiye.

Sala 1995an bi neçarî ji Kurdistanê derketiye û li welatê Swîsrayê bûye penaber.

Salên 2002- 2005an li zanîngeha Zurichê li fakulteya Felsefeyê beşa rojhilatnasiyê dest bi xwendinê kiriye.

Li zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê 4 salan wekî mamosteyê ziman û çanda Kurdî dersên zimanê Kurdî daye xwendekarên lîsans û lîsansa bilind.

Gelek pirtûk û berhemên Perwîz Cîhanî yên wekî gotar, helbest û kurteçîrok di gelek kovarên Kurdî yên cur bi cur de hatine weșandin.

Li gelek bajarên Kurdistanê û yên Ewropayê semîner li ser ziman û çanda Kurdî pêşkêş kirine û di gelek konferansan de beşdar bûye.

Bi dehan berhem û wergerên Perwîz Cîhanî çap bûne.

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê (Kurdisches Kulturinstitut Wien) ala 2017an de ji aliyê hin rewşenbîr, hunermend û akademîsyenên Kurd ve li welatê Awistiryayê bi armanca parastina kelepûr û zimanê Kurdî hatiye damezirandin.

Mebestên sereke yên Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê ew in ku bikare çand, çand, huner û zimanê Kurdî bi xelkê Awistiryayî bide nasîn û têkiliyan di navbera welatiyên Awistiryayê û Kurdan de biafirîne û xurt bike.

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê heta niha xelat daye van rewşenbîrên Kurd:

Sala 2018aa: Prof. Celîlê Celîl

Sala 2019an: Şahînê Bekirê Soreklî

Sala 2020î: Konê Reş

Sala 2021ê: Jan Dost

Sala 2022yan: Firat Cewerî

Sala 2023yan: Deham Ebdilfetah

Sala 2024an: Perwîz Cîhanî