Mem û Zîn cara yekem wek operayê hat pêşkêşkirin

17-05-2023
Zinar Şîno
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Mem û Zîn Opera
A+ A-

Almanya (Rûdaw) - Li Şanoya bajarê Wiesbaden a Almanyayê Mem û Zîn a Ehmedê Xaniyê mezin wek opera, di çarçoveyê Festevala May (Gulanê) a şanoyê de hate pêşkêşkrin.

Derhênerê Şanoyê yê Kurd Alman Îhsan Osman ji bo operayê berheviya vê berhemê kirye û hemû  bi Kurdî ye lê ji ber pêşkêşkirina wê ya li Almanyayê, vegêrana çîrokê bi Almanî û Kurdî ye.

Derhênerî opêraya Mem û Zînê Îhsan Osman anî ziman “Opera hemû bi Kurdî ye, li ji ber ku em li Almanyayê pêşkêş dikin, me tekstên vegêranê yan diyalogên operayê ji ber ku opera stran û diyalog in, me diyalogan kirine Almanî lê stran hemû bi Kurdî ne.”

Du opêrabêj rollên sereke digirin, yek ji wan xanimeke Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye, yê din jî gencekî dengibhêz ê xelkê Awûstûyayê ye.

Operabêj Ozlem Bulut got “Wexta ku ez biçûk bûm, min xwendibû. Piştre di 20 saliya xwe de min hemû Mem û Zîn xwend. Di dawiyê de bi wergera Selîm Temo ya bêhempa careke din û dîsa jî min xwend. Ev defret û şansekî mezin mezin e ji bo di vê projeyê de wek stranbêja operayê xwe nîşan bidim.”

Opêrabêj Angelo Pollak dibêje “Pir bi heyecan bû, bêgûman wek stranbêjekî  operayê yê mêr, bi Kurdî stran bibêjêm ev şanaziyeke mezin e ji bo min. Muzîk zimanê aşitiyê ye. Bi baweriya min ev beşdariyeke giring e ji bo civaka Kurd lê herwiha ji bo civaka Tirk jî giring e ji bo ku dest bi diyalogekê bikin. Bêguman ev çîrok ji bo min pir balkêş bû, weke Romeo û Juliet gelek bi nav û deng e. Min berê nedizanî. Ji bo min tiştekî pir xweş e ku tiştekî nû bizaninbim, lê pir zehmet bû jî.”

Li gorî produserê vê berhema opêrayê, 115 kes beşdar dibin lê ji ber nebûna piştevan û sponsorên dravî, li vê derê tenê 6 parçe û bi kêmtirîn kes hatiye pêşkêşkrin.

Produserê Opêraya Mem û Zîn Dara Kutlay diyar kir “Ev projeya normal 115 kes e. 45 kes tenê orkestraya wê heye. Ez dixwazim li Kurdistanê çêbikim. Çand e, huner e, wezîrên me bila werin alîkariyê bikin em li Kurdistanê çêbikin. Em amade ne.”

Piştî opêrayê, panellekê derbareyî karîgerîya ziman û nasnameyê hate pêşkêşkirin.

Eger welatekî serbixwe yê Kurdan hebûya, weke ku Xanî behsa dewletbûn û yekîtiya Kurdan dike, êdî wê demê Kurd neçar nediman ku operaya Mem û Zîn li welatekî biyanî pêşkêş bikin lê li ser axa welatê xwe bi sedsalan berî niha jî ev berhema mezin a wêjeyî bi operayê hatiba pêşkêşkirin, her çend ku opera bi xwe dahênaneke welatên rojava ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst