Festîvala hespsiwariyê hat lidarxistin

17-01-2022
Mihemed Ibrahîm
Wêne AFP
Wêne AFP
Nîşan Festîval Siwarbûna Hespan Îspanya Las Luminarias
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê De Pinares yê Îspanyayê festîvala hespsiwariyê hat lidarxistin.

Dema hîre hîra hespan tê bihîstin ligel dengê mûzîka folklorîk, xelkên Îspanyayê dizanin ku "roja mezin"  hatiye. Piştî salekê rawestandina ji ber Coronayê, careke din festîvala cirîda hespan di nav pirîskên agir de vedigere bajarê De Pinares ê îpanyayê, kesên beşdarî cirîdê bûne dibêjin tenê kesên li hespan siwar dibin dizanin ka çiqas ev lîstik xweş e.

Hespsiwar María Álvarez dibêje "Ev tiştekî taybet e, di temenê 5- 6 salî de ez li hespan siwar bûm, bavê min ez  fêr kirim. Ez spasiya wî dikim, ku ez fêr kirim daku vê xweşiyê bibînim, divê mirov bi hezkirin li hesp siwar be, eger hezkirina te jêre nebe, tu ti xweşiyê jê nabîne."

Îspanya bi festîvalên wiha navdar e, bi hazaran xelk her sal beşdarî vê festîvalê dibin. Rojek berî festîvalê amadekarî tên kirin, teriyên hespan bi tîp tên girêdan daku neşewitin. Tevî ku rêxistinên parastina ajelan rexneyan li vê festîvalê digrin, lê kesên festîvalê organîze dikin piştîvaniya vê çalakiyê dikin û dibêjin ti zerarê nagihîne hespan dema beşdarî vê festîvalê dibin.

Hespsiwar Alicia Martin got"Ev yek ji hestên herî xweş e di jiyana min de. Dema ez hespan dibînim, ligel kesên xoştivî dimînin, ligel dûman û mûzîkê. Bi mûzîkê re pora serê mirov radiweste, dema tu dibihîze tu dizane ew roj hatiye."

Ev festival wek Las Luminarias tê naskirin, vedigere 500 sal berê, dîrokzan dibêjin ew ji nerîteke millî ya katolîk hatiye dema dûman ji bo paqijkirina nexweşiyan dihat bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst