Hunermendê Dêrsimî Alî Înanir yekem konsera xwe li Amedê dide

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd ê Dêrsimî Alî Înanir dê konsera xwe ya yekem li Ameda Bakurê Kurdistanê bide.

Hunermend Alî Înanir ku heta niha 3 albûmên xwe li ser hawirdora dîjîtalê parvekiriye, dê roja yekşemê saet di 20:00an de li qonaxa dîrokî ya Zerzevan a Amedê konsera xwe ya yekemîn bide.

Hunermendê Kurd herî dawî stranek li ser keça Kurd Jîna Emînî ya ku ji aliyê hêzên ewlehiyê Îranê ve hatibû kuştin belav kiribû.

Alî Înanir kî ye?

Hunermend Alî Înanir di sala 1982an de li Dêrsima Bakurê Kurdistan ji dayik bûye û ev 13 sal in li Herêma Kurdistanê dijî.

Înanir 15 sal in bi karê hunerî re mijûl dibe û 3 albumên wî li ser hawirdora dîjîtalê hene.

Alî Înanir di sala 2019 yekem albuma xwe bi navê “Zerrî Dej” belav kir.

Ji bilî albuman, Înanir hejmarek stran bi single û videoklîp jî belav kirine weke “Şev Tarî”, “Derdê Giran” û “Ez û Tu”