Yilmaz Guney li Stenbolê hat bibîranîn

Hewlêr (Rûdaw) - Sînamegerê Kurd Yilmaz Guney li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê hat bibîranîn.

Kovara Çand, Huner û Edebiyatê ya Guney di 40emîn salvegera mirina Yilmaz Guney de li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet bernameyeke bibîranînê li dar xist.

“Yilmaz Guney li nav me ye”

Pêşkêşkarê bernameyê bal kişand ser kesayetiya Guney a soreşger û got:

“Yilmaz Guney bi berhemên xwe û bi nasnameya xwe ya şoreşgerî ku bingeha berhemên wî ye û bi nêrîna xwe ya komunîzmê li nav me ye.”

Di bernameyê de li ser jiyan û berhemên Guney vîdeoyek hat nîşandan û beşdar li ser nêrîn û felsefeya Guney axivîn.

“Şerê me şerê miroveyetî û azadiyê ye”

Birêvebirê Kovara Guneyê Tuncay Ozkaradenîz got:

“Ji bo em li dijî şer aştiyê biparêzin, divê em zêdetir rijd bin.

Di vê rewşa xirab de di warê çand, huner û edebiyatê de divê em Guney bikin çepereke bihêz, bijardeyeke me ya din nîne.

Şerê me ew e ku gelên bindest çarenivîsa xwe diyar bikin. Şerê me şerê miroveyetî û azadiyê ye.”

“Eger sax bûya yan girtî bû yan nefî”

Fatoş Guneya hevjîna Yilmaz Guney jî bi rêya telefonê beşdarî bernameyê bû û got, “Veguhastina mîrata wî ya ji nifşê nû re berpirsiyariya me hemûyan e.

Eger Yilmaz Guney li jiyanê bûya yan dê di zindanê de bûya yan jî li sirgûniyê bûya."

Di bernameya bibîranînê de hunermend Devrîm Kavalli, Rewşan û Nuriye Aslan konserek da û stranên Kurmancî û Kirmanckî gotin.