Xwediyê strana şoreşgerî ya "Herne Pêş" hunermendek ji Qamişloyê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Hisênê Tewfo ku navê wî yê rast Hisên Îbrahîm e, ji Rûdawê re ragihand, ew xwediyê strana şoreşgerî ya navdar a "Herne Pêş" e ku di nava xelkê her çar parçeyên Kurdistanê de gelek bi nav û deng e û yek ji stranên hezkirî di nava kurdan de ye.

Hunermendê Kurd Hisên Îbrahîm ku weke Hisênê Tewfo jî tê naskirin, xelkê Rojavayê Kurdistanê û ji bajarê Qamişlo ye.

Hunermend Hisên Îbrahîm bû mêvanê bernameya Awazên Rojavayê Kurdistanê ya Radayoya Rûdawê û behsa huner û serpêhatiyên xwe kir.

Di bernameyê de Hisên Îbrahîm behsa karên xwe yên hunerî ji salên 60 û 70î yên sedsala bihorî kir û ragihand, ji bo ku ew neyê girtin û ji dest hêzên ewlekariyê yên Sûriyê parastî be, helbestvanê navdarê Kurd Cegerxwîn paşnavê Tewfo lê kiriye, lewma di nav xelkê Qamişlo de weke Hisênê Tewfo tê naskirin.

Hisênê Tewfo sala 1945an, li gundê Xalid li bakurl rojhilatê bajarê Qamişloyê ji dayik bûye.

Hunermend Hisên Îbrahîm ragihand, wî ji zaroktiya xwe ve dest avêtiye tembûrê û di sala 1971an de li bajarê Qamişlo bi cih bûye û li ser patozê kar kiriye û tevî karê xwe mijûlî hunerê jî bûye.  Bi gotina wî hunermendî, ew di salên destpêkê yên salên 70î de tev li refên Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê (PDPK-S)  anku Pêşverûyê bû û di wê navberê de gelek kes ji wan jî Seydayê Cegerxwîn nas kirin.

Wî hunermendê Rojavayê Kurdistanê da xuyakirin, ku 85 stranên wî yên tomarkirî hene û diyar kir, Nalînek tê guhê min, şeva hicranê, herne pêş, felek destê xwe nadî, dengê birçiya, ji stranên wî yên navdar in.

Hisênê Tewfo destnîşan kir, ku wî gotin û helbestên gelek helbestvanên navdar ên weke Cegerxwîn, Ehmed Namî, Ehmed Şêx Salih, Imer Xerzan, Xeznewî, Mihemed Elî Hiso, Seyf Dawûd, Keleş, Hadî Behlewî û Xelîl Sasûnî kirine stran.

Awazên Rojavayê Kurdistanê programeke dîrokî-hunerî ya heftane ya Radayoya Rûdawê ye ku ji aliyê hunermendê xort û navdar Sefqan Orkêş ve tê pêşkêşkirin û li ser rûpela Facebooka Kurmancî jî bi awayê zindî tê weşandin. Ev berhemên hunerî yên Rojavayê Kurdistanê arşîv dike û çîrokên wan tomar dike.

Armanc ji Awazên Rojava tomarkirina çîrokên stranên Rojavayê Kurdistanê, danasîna stranbêj, hozanvan û awazdanerên wan stranên Rojavayê Kurdistanê ye.