Şêwekarê Kurd Luqman Ehmed li Amerîkayê xelat wergirt

16-05-2022
RÛDAW
Nîşan Luqman Ehmed Xelat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwekarê Kurd Luqman Ehmed li herêma Prince William a eyaleta Virginia ya Amerîkayê, xelata hunermendê herî baş ê salê Kathleen K. Seefeld wergirt.

Luqman Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku wî di beşa hunermendê serbixwe ya sala 2022an de di nav 20 berbijêran de xelata yekem wergirtiye.

Luqman Ehmed ev çend sal in li herêma Prince William a eyaleta Virginia dijî û di 4ê Nîsana 2022an de pêşangeheke ku behsa çîrokên şer û binpêkirinên mafên mirovan li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê dikir vekiribû.

Pêşangeha hunermendê Kurd bala rêkxerên xelata Kathleen K. Seefeld kişandibû ser xwe û ew kiribûn berbijêrê xelatê.

Ji bilî warê hunermendê serbixwe, xelat di çend beşên din de jî tê pêşkêşkirin; xwebexşiya hunerî, perwerdehiya hunerî, organîzatorê çalakiyên hunerî û piştgiriya darayî û bazirganiya hunerî.

Merasîma xelatdayînê di 16ê Gulana 2022an de li Navenda Hunerê ya Hilton a Zankoya George Meissen a Manassasê hat lidarxistin.

Luqman Ehmed di sala 1972an de li Dirbêsiya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye, xwendina seratayî li wir temam kiriye, piştre tevî malbata xwe li bajarê Hesekê bicî bû ye, li wir dest bi karê hunerê kiriye. Ji zarokatiya xwe ve karên hunerî dike, ji sala 2010an ve li derveyî welat, li Virginia ya Amerîkayê dijî û heta niha zêdetirî 100 pêşangehên serbixwe û hevbeş li Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Tirkiye û Swîsre, Almanya, Fransa, Misir, Lubnan û Amerîkayê li dar xistine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst