Mirady stranek û klîbeke nû belav kir

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermed û stranbêjê kurd Mirady vîdyo klîpeke nû bi navê “Çemê Te” amade kir û têde muzikjen Kalê û Ozgur Toz jî beşdar bûne.

Muzikjen Mirady ji strana xwe “Çemê Te” re klîbek çêkir û ew klîba wî yekem car li ser ekranên televîzyona Rûdawê hat belavkirin.

Gotin a Selim Temo ye û muzik ji aliyê Mirady ve hate çêkirin. Derhêneriya klîbê jî Azad Dogru kiriye û dîmen jî ji aliyê Serdar Bayram ve hatine tomarkirin.

Di Klîbê de behsa çîroka koçberbûna Dayîka Zyetûn û malbata wê hate kirin:

Dapîr û bapîrên Dayîka Zeytûn di quntara Çiyayê Agirî de jiyane. Lê di sala 1977an de di dema şerê Oamanî û Rûsan de Êzidiyên Agirîyê wekî Êzidiyên din rastî zilm û zordariyiyan hatine.

Malbata Dayîka Zeytûn jî ji ber zilm û zordariyên li dijî Êzid neçar bûne ku koç bikin. Dayîka Zeytûn li Elegezê hatiye dinê, hêj li cihê ku hatiye dinê, li Gund, Ria Teze dijî.

Ew bi zilamekî Êzidî ku wekî wê mihacir bûye re zewicî ye du kurik û keçikêm wan tê çêdibin.  Keça wê dizewice û li Başûrê Kurdistanê dest bi jiyaneke nû dike. Kurê wan jî wekî ku qedera binyata xwe bişopîne û bidomîne dikeve rewîtiyekê û bi serfirazî digiheje Çiyayê Şingalê. Mêrê wê jî koça dawî dike.