Mirady stranek û klîbeke nû belav kir

16-05-2020
RÛDAW
Mirady di klîba xwe de behsa çîroka koçberbûna  jineke Kurda Êzidî dike
Mirady di klîba xwe de behsa çîroka koçberbûna jineke Kurda Êzidî dike
Nîşan Mirady
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermed û stranbêjê kurd Mirady vîdyo klîpeke nû bi navê “Çemê Te” amade kir û têde muzikjen Kalê û Ozgur Toz jî beşdar bûne.

Muzikjen Mirady ji strana xwe “Çemê Te” re klîbek çêkir û ew klîba wî yekem car li ser ekranên televîzyona Rûdawê hat belavkirin.

Gotin a Selim Temo ye û muzik ji aliyê Mirady ve hate çêkirin. Derhêneriya klîbê jî Azad Dogru kiriye û dîmen jî ji aliyê Serdar Bayram ve hatine tomarkirin.

Di Klîbê de behsa çîroka koçberbûna Dayîka Zyetûn û malbata wê hate kirin:

Dapîr û bapîrên Dayîka Zeytûn di quntara Çiyayê Agirî de jiyane. Lê di sala 1977an de di dema şerê Oamanî û Rûsan de Êzidiyên Agirîyê wekî Êzidiyên din rastî zilm û zordariyiyan hatine.

Malbata Dayîka Zeytûn jî ji ber zilm û zordariyên li dijî Êzid neçar bûne ku koç bikin. Dayîka Zeytûn li Elegezê hatiye dinê, hêj li cihê ku hatiye dinê, li Gund, Ria Teze dijî.

Ew bi zilamekî Êzidî ku wekî wê mihacir bûye re zewicî ye du kurik û keçikêm wan tê çêdibin.  Keça wê dizewice û li Başûrê Kurdistanê dest bi jiyaneke nû dike. Kurê wan jî wekî ku qedera binyata xwe bişopîne û bidomîne dikeve rewîtiyekê û bi serfirazî digiheje Çiyayê Şingalê. Mêrê wê jî koça dawî dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst