Pirtûka 'Hawara Min' a Yaşar Kemal bi Soranî derket

16-04-2024
RÛDAW
Nîşan Yaşar Kemal Hawara Min Soranî
A+ A-

Rûdaw (Hewlêr) - Pirtûka bi navê “Hawara Min” a nivîskarê Kurd Yaşar Kemal bi Soranî hat çapkirin.

Rojnameger û wergêr Mihemed Izedîn, berhema “Hawara Min” ji Tirkî wergerandiye Soranî. 

Li ser pirtûka Hawara Min, Mihemed Izedîn ji Rûdawê re got: “ Ev pirtûka Yaşar Kemal li gorî berhemên din ê nivîskar cuda ye.

Berhem ne çîrok û roman e. Di vê berhema xwe de Yaşar Kemal behsa fikrên xwe yên siyasî û pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê dike.”

Pirtûka “Hawara Min” ji çapa 5em a Tirkî ku Weşanxaneya Yapikrediyê çap kiriye hatiye wergerandin.

Weşanxaneya Famê Soraniya pirtûkê çap kiriye û nivîskarê naskirî yê Kurd Ferhad Şakelî jî pêşgotinek ji bo berhemê nivîsandiye.

Sibehê dê 16mîn Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Hewlêrê dest pê bike û dê heta 27ê Nîsanê berdewam bike.

Pirtûka “Hawara Min” a Yaşar Kemal wê li standa Weşanxaneya Famê be û hezkiriyên pirtûkan dikarin wê berhemê li wê derê peyda bikin.

Yaşar Kemal kî ye?

Yaşar Kemal sala 1923yan li gundê Hemîte yê bajarê Osmaniyeyê yê Bakurê Kurdistanê hatiye dinyayê.

Sala 1950yî ji ber sedemên siyasî salekê li navçeya Kozanê ya Edenê tê girtin, piştî ku hat berdan çû Stenbolê.

Yaşar Kemal di destpêka ciwaniya xwe de, li Tirkiyeyê endam û çalakvanê ser bi Marksîzm-Lenînîzmê bû.

Pirtûk û berhemên Yaşar Kemal bi 40 zimanan hatine wergerandin.

Piraniya pirtûkên xwe de Yaşar Kemal behsa jiyana dijwar û pir zehmetî ya gelê Kurd dike.

Li sala 1995an Kemal ji aliyê nasyonalîstên tundrew yên Tirkiyeyê ve bi tohmeta “cudakirina Kurdan ji Tirkiyeyê ve” hat darizandin.

Yaşar Kemal çendîn xelatên mezin û doktoraya fexrî li zanîngehên Ewropayê wergirtine.

Romana xwe ya bi navê “Înce Memed / Memedê Zirav” sala 1973yan belav kir û hat xelatkirin.

Herwiha xelatek jî ji ber romana xwe ya bi navê “Kuştara Bazara Hesingeran” stand.

Romana wî ya bi navê “Erd Hesin, Asman Mis” sala 1977ê li Fransayê wek baştirîn romana biyanî hat hilbijartin.

Nîşana Fransî ya bi navê “Légion D'Honneur” jî ji ber romana xwe ya bi navê “Efsaneya Hezarga” stand.

Nivîskarê Kurd Yaşar Kemal di 28ê Sibata 2015an ji ber nexweşiyê canê xwe ji dest da.

Mihemed Izedîn kî ye?

Mihemed Izedin rojnameger û wergêr e. Li Tora Medyayî ya Rûdawê dixebite.

Mihemed Izedin bîranînên Îsmaîl Beşîkçî û Mûsa Anter jî ji Tirki wergerandibûn Soranî û li Herêma Kurdistanê hatibûn çapkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst