Dengbêjê navdarê Kurd Kazo bi koronayê ket

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê navdarê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê, hunermend Kazo û hevjîna wî bi koronayê ketine û li nexweşxaneyeke Stenbolê hatine razandin.

Li gor agahiyan, hunermend Kazo û hevjîna wî beriya 7 rojan pişkinîna vîrusa COVID-19 ji wan re hatiye kirin û encama pişkinînan pozîtîv bûye û li nexweşxaneyeke bajarê Stenbolê hatine razandin û çareseriyê werdigrin.

Herwiha keça wan a hunermend a bi navê Rezan Şîrwan jî hatiye kerentînkirin.

Rûdawê hewl da pêwendiyê bi hunermend Kazo û malbata wî bike, daku ji rewşa herî dawî ya tendirustiya wan agahiyan werbigire, lê belê peywnedî berdest nebûn.

Hunermend û dengbêjê navdarê Kurd, Kazo ku 70 salî ye, sala 1950an li gundê Govelek li parêzgeha Wan a Bakurê Kurdistanê di nava malbateke dengbêj de ji dayik bûye, û her ji zaroktiya xwe ve hunera resen a Kurdî û dengbêjî nas kiriye û di temeneke zû de dest bi dengbêjiyê kiriye.

Hunermend Kazo di meha Remezan a par de mêvanê xelekeke bernameya Remezandostî ya Rûdaw TV bû û ji bajarê Wanê ve bi çend stranên dengbêiyê yên çiyayî pêşwazî li stafa bernameya Rûdawê kiribû.

Di beşeke wê bernameyê de, hunermend Kazo behsa wê yekê kir, ku di temenê gencîtî de lîstikvanekî jêhatî yê futbolê bûye û hêj jî car caran dilîze, herwiha ji werzişa çûna bi piyan dike.