Kemanjenê Kurd Azad Xoşnaw albumeke nû belav dike

Hewlêr (Rûdaw) – Kemanjenê Kurd Azad Xoşnaw ku li Almanyayê dijî ragihand ku niha li ber destê wî albumeke amade heye, lê ji ber mercên aborî nikarî tomar bike û dixwaze kompaniyeke taybet an dezgeheke hikûmî jê re bi sponsor daku bikare albuma xwe ya nû belav bike.

Jenyarê xwedî ezmûn Azad Xoşnaw li quntara Çiyayê Sefîn ê Hewlêrê jidayîk bûye. Ew hêj 9 salî, heza wî ji bo muzik û amûrên muzikê hebûye. Di destpêkê de diçe kursa saz û gîtarê, lê ew herdu amûrên muzikê têra wî nake, ji ber wê yekê di temenê xwe yê 13 saliyê de, dest bi jenîna kemanê dike û heta îro dest ji kemanê bernade.

Azad Xoşnaw di sala 1983yan de dibe endamê Komeleya Hunermendên Hewlêrê, û bo heyama çar salan kar û xebatên xwe di nav wê komeleyê de berdewam dike û piştre tevlî Grûpa Muzika Nîtimanî ya Hewlêrê dibe ku wê heyamê grûpa mezintirîn a muzikê bû.

Di sala 1991ê de Azad Xoşnaw vedigere Şeqlawa û dixwaze ji bo wê navçeya ku lê jidayîk bûye, xizmeta hunerî bike. Azad Xoşnaw li Şeqlawa weke karê xwe yê yekem grûpeke muzikî bi navê Grûpa Muzikê ya Sefîn damezrîne.

Derbarê Grûpa Muzikê ya Sefîn de Xoşnaw dibêje: “Dema ez vegeriya Şeqlawa, min hest pê kir ku wê navçeyê pêwîstî bi grûpeke muzikê heye. Li navçeya me gelek qabiliyetên hunerî hebû. Me karî ku hemûya li jêr baneyê Grûpa Muzikê ya Sefînê de kom bikin û heta sala 1995an berdewam bû.”

Grûpa Muzikê ya Sefîn di heyama çar salan de kar bo hunermenda kiriye, bi taybetî gelek sirûdên nîştimanî bo hunermendan tomar kiriye. Xoşnaw dibêje: “Me sirûdên li dijî şerê birakujî û herwiha li ser şehîdên Şeqlawayê tomar dikirin.”

Azad Xoşnaw ji ber sedemên weke aborî û rewşa siyasî di sala 1996an de koçberî Almanyayê dibe û li wê derê dest bi perwerdeya akamedîk dike û piştre li dibistaneke bajarê Kolnê dibe mamosteyê muzikê, lê belê piştre hest pê dike ku dibistan gelek dema wî digire û wî ji karê muzik û stranên Kurdî dûr dixe û lewma dest ji dibistanê berdide.

Xoşnaw wiha behsa salên xwe yên destpêkê li Almanyayê dike. “Piştî min dest ji dibistanê berda, min albumek bi navê Awazên Çiyayên Kurdan belav kir û wê albumê dengvedanek baş ligel xwe anî. Ez di heyama 5 salên xwe yên destpêkê de beşdarî kursên muzikê bûm.  Kurs taybet bi dariştina harmonî bo melodî û herwiha dariştina rîtim û nivîsandina note û gotinên stranan bû. Min sûdeke baş ji wan kursan wergirt û her bi saya wan min karî beşdarî  çar orkestrayên navdar ên Almanyayê bibim ku yek ji wan mezintirîn okestraya bi navê Koln Orchestera Gesellischaft bû. Ligel wê yekê ji min re bû derfet ku ez zêdetir bi muzika Kurdî re mijûl bibim.”

Azad Xoşnaw tenê kar li ser jenîna kemanê nekiriye, di heman demê de herwiha pirtûke muzîkê ji bo kesên bixwazin fêrî jenîna kememanê bibin û sûdê jê werbigirin nivîsandiye.

Albuma Awazên Çiyayê Kurdan ji 11 stran pêk hatiye ku bi awayeke akademî bi kemanê ker li ser kiriye û klîba yekemîn stranê ya bi navê “Slav” li Ukraynayê çêkiriye.

Kemanjenê Kurd mizgîniya albumeke nû ji bo guhdarvanên xwe dide û dibêje: “Albumeke muzikê ji bo belavkirdinê amade ye. Herwiha ji bilî vê yekê heşt sirûdên nîştimanî jî ji bo tomakirinê amade ne, lê mixabin ji ber astengiyên aborî nikarim tomar bikim. Hêvîdarim ku kompanyayeyek taybet an jî dezgeheke hikmû sponseriya wê bigire li ser xwe.”

Derbarê karên xwe yên hunerî de jî Xoşnaw wiha axivî: “Ez her tim li ser aliyê pratîk û teorî yên muzikê disekînim. Nabe di muzikê de şaşiyek hebe. Herwiha ez hewl didim tameke kurdewarî di muzika min de hebin.”

Xoşnaw di heman demê de rexne li beşeke muzika niha girt û got: “Mixabin îro gelek albumen muzikê derdikevin, lê ji aliyê gotin û muzikê ve resanetiya wan gelek lawaz e. Ev yek jî dide xuyandin ku ji bo muzika Kurdî pêwîstî bi lêkolîn û xebatên zêdetir hene.