Stranbêj Bêrîvan Alp ji ber nexweşiya penceşêrê wefat kir

Hewlêr (Rûdaw) - Stranbêja Kurd Bêrîvan Alp li Swêdê ji ber nexweşiya penceşêrê canê xwe ji dest da.

Stranbêja Kurd Bêrîvan Alp ku li paytexta Swêdê bajarê Stockholmê dijiya, ev çend sal bû ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin.

Bêrîvan Alp tevî nexweşiya xwe di nav xebatên hunerî de roleke xwe hebû û beşdarî aheng û şahiyên Kurdan dibû.

Stranbêja Kurd li navçeya Erxenî ya Ameda Bakurê Kurdistanê jidayîk bûye û di sala 1989an de li nav Komeleya Çanda Kurdî ya Swêdê de dest bi xebatên muzikê kiribû.