Erdal Kaya vê carê bi 'Zikopişto' derket geştê: Bilêt bi dest nakevin
Stenbol (Rûdaw) - Yek ji şanogerên Kurd ên serkeftî ku di van salên dawîn de bi stand-upên xwe eleqeyeke zêde dibîne Erdal Kaya ye.
Erdal Kaya li ser torên civakî jî yek ji wan hunermendan e ku hejmara şopînerên wî gelekî zêde ye.
Erdal Kaya piştî "Vik û Vala"yê vê carê bi stand-upa xwe ya bi navê "Zikopişto" derketiye geşta bajarên cuda.
Kaya piştî Ewropayê niha jî li bajarên mezin ên Tirkiyeyê di salonên mişt û tije de bi henek û çîrok û çavdêriyên xwe nivşên cûda dikenîne.
Şanoger Erdal Kaya ku wekî influencer jî li ser torên civakî ji hêla sed hezaran kesî ve tê şopandin, bi stand-up a xwe ya nû derketiye geştê.
Bilêt bi dest nakevin
Li her bajarê ku nimayîşa xwe lê dike salon bi temamî tije dibin û gelek kes ji ber ku nikarin bilêtan peyda bikin li benda careke din ya hatina wî dimînin.
Piştî "Vik û Vala"yê duyemîn stand-up a wî "Zikopişto" jî ji hêla xelkê ve gelekî hatiye ecibandin.
Temaşevan Serdal Seçgul hestên xwe wiha anîn ziman, "Di nav van rojên tengasî û zor de gelekî kêfa me jê re tê.
Li ser zimanê xwe mirov hînî tiştan bibe, şano, stand up û tiştên din bi kar bîne tiştekî baş e."
Erdal Kaya di metna vê Stand-up a xwe de jî cih dide hal û şêweyên cûda yên Kurdbûnê.
Selfiegirtin û bikaranîna medyaya civakî di nava nifşên nû de, pêwendiyên rojane yên di navbera Kurd û Kurdan de, jargon û şêweyên siyasetên cûda di nava xelkê de û kudbûna li qadên cûda yên jiyanê bi nukteyên Erdal Kaya bala nifşên cûda dikişîne û salon bi henekên wî mişt berken dibin.
"Tiştên ku vedibêje, kêm jî vedibêje"
Temaşevan Emriye Guçê wiha got, "Tiştên ku vedibêje, kêm jî vedibêje.
Vêga psîkolojiya zarokan vegot mesela, bi rastî jî wisa bû.
Em ji yekî aciz dibûn me li zarokên xwe dida, ji ber wê yekê rast dibêje.
Hem me dide dikenîne hem jî di bin her tiştî de titşek heke. Min wî zafî eciband."
Lîstika wî ya çûyî ango "Vik û Vala"yê serkeftineke balkêş tomar kiribû.
Li gorî amarên malperên tiketfiroş "Vik û Vala" bûbû yek ji wan nimayîşan ku li seranserê Tirkiye eleqeya herî zêde pê hatibû dan.
“Çîrok, derd û tiştên ku em pê dikenin yek in”
Şanogerê Kurd Erdal Kaya li ser şêwe û mijarên şanoya xwe wiha axivî:
"Min ji xwe dibînin, ji malê dibînin. Belkî çîrokên ku ez behs dikim zêde zêde nas tê ji wan re.
Çîrokên me yek in, derdên me yek in, tiştên ku em pê dikenin yek in.
Ez qala nava mala xwe dikim lê nava mala min wekî nava mala Kurdan e. Ez tiştekî cuda nabêjim ji xwe.
Ji ber wê yekê dema ez têm Stenbolê jî reaksiyon heman in, li Mûşê jî wilo, li Wanê jî.
Yanî li her deverên Kurdistanê yan jî li bajarên mezin ên ku Kurd li wan dijîn reaksiyon heman in."
Zikopişto jî dîsa bi eleqeyeke germ û zêde des pê kir derkeve pêşberî temaşevanan.
Erdal Kaya piştî gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi tûrneya xwe ya Ewropayê jî bûbû rojeva hunerhezan.
Piştî Ewropayê Zikopişto li bajarên Tirkiye digere.
Stenbol, Enqere, Îzmîr, Bûrsa, Eskîşehir û çend bajarên din bi eleqeya zêde û salonên mişt di geşta xwe de berdewam dike.