Li Amûdê helbestvanê Kurd Yûsif Berazî hat bibîranîn

16-01-2023
Hisên Omer
Li Amûdê helbestvanê Kurd Yûsif Berazî hat bibîranîn
Li Amûdê helbestvanê Kurd Yûsif Berazî hat bibîranîn
Nîşan Yûsif Berazî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, rêûresmên 14emîn salvegera koça dawî ya helbestvanê Kurd Yûsif Berazî hatin lidarxistin.

Rêûresm ji aliyê Rêxistina Amûdê ya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (el-Partî) ve, di bin sernavê “vejandina bîranîna wêjevanan vejandina çanda gelan e”, hat rêxistin.

Di rpûresman de, hejmarek helbestvan, nivîskar, hunermend û siyasetmedar beşdar bûn.

Di gotinên ku di rpûresman de hatin pêşkêşkirin, axêveran xislet û pêgehê helbestvan Yûsif Berazî (Bêbuhar) li bîr anîn.

Helbestvan Hozan Girkundê got “Em bi hêvî ne ku hemû partî û saziyên me di vê asta hanê de bin ku karibin li helbestvan û hunermendên xwe xwedî derkevin. Bi rastî ne tenê dema ku helbestvanên me koça daw dikin, divê di saxiya wan de em li wan xwedî derkevin ku ew jî bi qîmeta xwe bihisin.”

Ji bilî gotaran, helbest û stran jî hatin xwendin.

Hunermend Sefqan Orkêş dibêje “Em îsal jî dibêjin mixabin me nikaribû li bajarê Serê Kaniyê salvegera wî li dar bixista. Hêvîdarim salên bên li bajarê Serê Kaniyê ya xelkê Serê Kaniyê yên resen em bikaribin salvegera wî li wê derê li dar bixin û bikaribin dibistan û kolanan bi navê kesên wilo bibînin. Hêvîdar im ku nameya wî here serî û xelkê me miletê me bi Kurdistana xwe şa bibin.”

Yusuf Berazî (Bêbihar) ji herêma Kobanî bû, lê li Serê Kanî bi cî bûbû.

Ew di sala 1931 ji dayîkbûbû.  Wî bi xwe hinek helbestên xwe kirin stran.

Roja 15 meha 1 sala 2009 li Serê Kanî koça dawî kiribû. Rûdawê hemû helbestên wî di 2 bergan de çap kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst