Li Stenbolê konsera Navenda Çanda Mezopotamyayê hate qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - NÇMyê ragihand ku bêyî hincetek were nîşandan konsera wan a li Stenbolê hatiye qedexekirin.

NÇMyê herwiha diyar kir ku ew dê ji bo parvekirina agahiyan û dîroka nû konsera sibe daxuyanî bidin.

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) bi wesîleya 32yemîn salvegera xwe, dê 16ê Kanûna Pêşîn, bi dirûşma “Roja azad, hunera azad” li navenda Pêşandanan a Yahya Kemal Beyatli ya li Kuçukçekmece ya Stenbolê konser li dar bixista.

Li gorî daxuyaniya NÇMyê, Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê bêyî ku hincetekê nîşan bide konsera wan qedexe kiriye.

NÇMyê di berdewamiya daxuyaniyê de ev agahî parve kirin:

“Em dê bi daxuyaniyeke çapemeniyê cih û demjimêra nû ya konserê diyar bikin.

Têkildarî mijarê em dê sibe saet 11.00an daxuyaniyê bidin û hûrgiliyan bi gelê xwe û raya giştî re parve bikin.

Em dê dîrok û demjimêra nû jî diyar bikin.”

Daxuyanî sibe li avahiya NÇMyê bê dayî.

Pîrozbahiya 30emîn salvegera NÇMyê ya sala 2021an jî hatibû qedexekirin.

6emîn Dadgeha Îdareyê ya Stenbolê biryarê bi hinceta “azadiya xweîfadekirinê, mafê azadiya zaniest û hunerê û civîna aştiyane hatiye binpêkirin” betal kiribû.