Festîvala Fîlman a Bogaziçiyê: Ji 37 filman tenê fîlmek bi Kurdî ye

15-12-2023
Omer Sonmez
Derhênerê Kurd Mehmet Acaruk /Wêne: Rûdaw
Derhênerê Kurd Mehmet Acaruk /Wêne: Rûdaw
Nîşan Stenbol Festîvala Fîlman a Bogaziçiyê Sêv Mehmet Acaruk
A+ A-

Stenbol - (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê ku li cîhanê yek ji paytextên girîng ên çand û hunerê ye, Festîvala Fîlman a Bogaziçiyê bi rêv e diçe.

Di festîvalê de tenê kurtefîlmeke bi Kurdî cih girt.

Fîlma Kurdî a bi navê “Sêv”, bi beşdariya derhêner û ekîba fîlmê hate nîşandan.

Fîlm, bi metafora "sêva mêxekrêj" behsa komkujiya Helepçeyê dike.

Di fîlma Kurdî de lîstikvana navdar a Tirk Nûr Surer û lîstikvana Kurd Dîlan Duzguner dilîzin.

Kurtefîlma Sêv (15 deqe) ku bê diyalog e, li gelek festîvalên cîhanê hatiye nîşandan.

Kurtefîlma Sêv, li Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê xelata derhênerê herî baş, li Sirbistanê xelata taybet a juriyê, li Amerikayê xelata mansiyonê wergirtiye û li Brîtanyayê jî hatiye nîşandan.

Di fîlmê de dengê prensesa Kurd Sînemxan Bedirxan hatiye bikaranîn.

Derhênerê Kurd ê Siwêregî Mehmet Acaruk, yekemîn kurtefîlma xwe ya bi navê Sêv, di sala 2022yan de li gundê Xêrtê yê Sêrtê bi derfetên xwe kişandiye.

“Fîlmên Kurdistanî ji ber rewşa Kurdan travmatîk in”

Derhênerê Kurd Mehmet Acaruk got, "Ez li Rihayê jidayik bûm. Dema di sala 1988an de komkujiya Helepçeyê çêbû ez 5-6 salî bûm.

Me van komkujiyan bi her du çavên xwe dîtin. Fîlmên Kurdistanî ji ber rewşa Kurdan travmatîk in.

Li Tirkiyeyê, TRT heye, xelk senaryo dişine û ew jî alikarî didin wan lê alîkariya bo fîlmên Kurdî tune ye."

11emîn Festîvala Fîlman a Bogaziçiyê, li navçeya Beyoglu ya Stenbolê di 8ê Kanûna Pêşîn de dest pê kir.

Festîval bi piştevaniya Wezareta Çand û Tûrîzmê û hin saziyên fermî yên Tirkiyeyê, ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Bogaziciyê ve tê sazkirin.

Sînemahez Nazli Baykanê anî ziman, "Festîval gelekî xweş derbas dibe. Fîlmên gelekî xweş hatine hilbijartin.

Min jî li katalogê nêrî û li gorî hezkirina xwe fîlm hilbijartin. Tabî hin fîlm zêde bala min nekşandin lê min ji çend fîlman gelekî hez kir."

Xwendekar Bektor Mamas Aliyev diyar kir, "Min gelek fîlm cara yekem li vir temaşe kirin.

Derhêner û çêkerên fîlman li vir gotûbêj kirin. Derbarê fîlmên wan de meriv fêrî gelek tiştan dibe."

8 fîlmên derhênerên Filistînî tên nîşandan

Di çarçoveya festîvalê de, di beşên fîlmên metraj dirêj, kurtefîlm û belgefîlmên neteweyî û navneteweyî de, ji gelek welatan bi giştî 37 fîlm tên nîşandan.

Ji ber şerê Îsraîl û Filistînê, îsal bijarteya sînemaya Filistînê cih girt. 8 fîlmên derhênerên Filistînî tên nîşandan.

Sînemahez Havle Nûrê ragihand, " Ez ji ber bijarteya sînemaya Filistînê gelekî kêfxweş bûm.

Lewra ev demekî ye zêde behsa Filistinê nayê kirin."

Fîlmên Festîvala Bogaziçiyê, li sînemayên Atlas, Hope Alkazar, Sînemaya Yeşilçamê ya AKMyê û Cinemapinkê tên nişandan.

Festîval, wê heta 15ê Kanûnê berdewam bike û wê di 16ê Kanûnê de bi merasîma xelatdayînê bi dawî were.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst