Berhemên Şêrko Bêkes bo zimanê Fînlandî tên wergerandin

15-12-2019
RÛDAW
Nîşan Şêrko Bêkes Zimanê Fînlandî Kurdî Helbest Soran Zekî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîsakar û wergêrê Kurd Soran Zekî ku ev heyameke dirêj e li Fînlandê dijî, dîwaneke helbestên Şêrko Bêkes wergerand ser zimanê Fînlandî.

Soran Zekî ji Rûdawê re ragihand, “Roja 9.11.2019 li kitêbxaneya Owodî li Helsînkiyê pirtûka ‘Çirûska Ruh Nayê Destgirkirin’ a Şêrko Bêkes bi amadebûna Helo Şêrko Bêkes û çend nivîskarên din ên Kurd û Fînlandî hat belavkirin ku du helbestên Helo Şêrko Bêkes jî tê de bûn.”

Soran Zekî niha mijûlî wergerandina hinek helbestên Helo Şêrko Bêkes bo zimanê Fînlandî ye û bi niyaz e  destpêka sala bê belav bike. Herwiha wergera pirtûka ‘Teymûr Take Rizgarbûyê Enfalê’ jî ku ji aliyê Arif Qurbanî ve hatiye nivîsandin, pêk tîne.

شیعرێکی کتێبی (کوکوختیە بزێوەکە)ی شێرکۆ بێکەس بە فینلەندی

Soran Zekî ku xelkê Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê ye, ji sala 1993an ve li Fînlandê dijî û sala 1996an dest bi xwendina wergêrê kiriye û 1998an jî li Zanîngeha Tamperê yekem bawernameya wergêrê (Kurdî-Fînlandî) wergirtiye. Sê sal piştî wê duyem bawernameya wergêrê (Farisî-Fînlandî) li heman zanîngehê wergirt.

Soran Zekî ku mastera xwe li ser Ziman û Wêjeya Fînlandî pêk aniye, yekem pirtûka xwe ya bi navê, ‘Rêzimana Fînlandî Bi Kurdî’ sala 2007an belav kir. Herwiha Soran behsa pirtûka xwe ya ku 2012an bi şêwezarên Soranî û Kurmancî nivîsiye dike û dibêje, “Min pirtûka, ‘Zimanê Fînlandî Bi Kurdî Dixwînim’ sala 2012an bi Soranî belav kir, lêbelê mixabin ji ber pirsgirêka pere heta niha min nekariye bi Kurmancî jî belav bikim. Heman pirtûka min 2016an kirin bi Farisî û heman salê bi hevkariya xwendekarên xwe wergerand ser zimanê Erebî û belav kir.”

Soran Zekî pirtûkeke din jî ji Kurdî wergerandiye bo Fînlandî û diyar dike, “Sala 2016an dema li kursa wergêrê bûm li Zanîngreha Helsînkî min romana ‘Mînaya Çavciwan’ a Fehmî Kakeyye wergerand bo Fînlandî.”

کتێبی (کوکوختیە بزێوەکە)ی شێرکۆ بێکەس بە فینلەندی

Ew nivîskar û wergêrê Kurd beşeke çîrokên folklorî yên Kurdî wergerandine bo ser zimanê Fînlandî û bi niyaz e destpêka sala 2020an, beşeke rêze pirtûkan çap bike û herwiha dibêje, “Jibilî van du pirtûkên min ên din jî bo çapê amade ne, ‘Kurdî Fêr Dibim’ û ‘Kurdî Dixwînim’ û ev pirtûk bo wan kesan e yên ku dixwazin Kurdiya Soranî fêr bibim.”

Soran Zekî pirtûkeke din a Şêrko Bêkes bi navê, ‘Qumriya Bi Tevger’ jî belav kir ku çîrokeke zarokan e û ji 52 rûpelan pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst