Helbestvan û nivîskara Kurd Mizgîn Heskoyê 2 dîwanên nû belav kirin

15-11-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Helbestvan û nivîskara Kurd Mizgîn Hesko
Helbestvan û nivîskara Kurd Mizgîn Hesko
Nîşan Mizgîn Hesko
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvan û nivîskara Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê Mizgîn Heskoyê 2 dîwanên nû belav kirin.

Li diyasporayê, nivîskar û rewşenbîrên Kurd dahênên xwe berdewam dikin.

Helbestvan û nivîskara Kurd Mizgîn Heskoyê, li bajarê Bielefeldê yê Almanyayê du dîwanên xwe yên nû belav kirin.

Merasîma îmzekirina dîwanan ji aliyê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamegerên Kurd a Sûriyeyê ve hat lidarxistin.

“Mebest geşepêdana Kurdî ye”

Helbestvan û nivîskara Kurd Mizgîn Heskoyê got, "Şahiya îmzekirina her du berhemên min ên vê dawiyê li şarê Bielefeldê bi rê ve çû.

Bi rastî mebest jê ew e, bêhtir ji îmzekirina berheman, danasîna berhemên bi Kurdî û geşepêdana bi Zimanê Kurdî ku bi rastî heta vî çaxî jî, hinek zimanê me qels û lawaz dibînin.

Gelek hunerhez û wêjedost beşdarî vê ahengê bûn. Bi rastî di vê rojê de, bi piştgiriya Yekîtiya Giştî ya Rojnamegerên Kurd a Sûriyeyê hejmar balkêş bû, ev yek jî cihê dilxweşî û şanaziyê ye."

Di wê ahengê de gelek rewşenbîrên Kurd amade bûn.

Mizgîn Heskoyê wiha berdewam kir, "Ev aheng ji aliyê mamoste Elwan Şivan ve bi rê ve çû.

Herwiha ji aliyê mamoste Merwan Bavê Zozanê û mamoste Serhan Îsa ve du nirxandinên giranbiha hebûn.

Her wekî din, suprîzeke balkêş hebû ku hunermendê me yê dengxweş, mamoste Zibêr Salih, helbesteke min ku temenê wê bîst sal e, di wê şevê de bi awaz û stran pêşkêş kir."

Mizgîn Hesko kî ye?

Helbestvan û nivîskar Mizgîn Hesko, li bajarê Qamişloyê yê û sala 1973yan ji dayîk bûye.

Berhemên wê, bi her du zimanên Kurdî û Erebî, di gelek malper û rojnameyên Kurdî de hatine belavkirin û weşandin.

Zêdetirî 15 pirtûkên wê bi Kurdî hatine çapkirin û belavkirin.

Herwiha helbestvan û nivîskar Mizgîn Heskoyê heta niha çar xelatên wêjeyî wergirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst