Piraniya helbestên Ferhadê Icmo ji ber têrwate û sadebûnê bûne stran

Hewlêr (Rûdaw) - Ferhadê Icmo yek ji helbestvanên navdar ên Rojavayê Kurdistanê bû. Helbesta klasîk bi naveroka nûjen dinivîsî. Icmo mirovekî dilnazik û hesttenik bû. Dilê wî dilê zarokekî bû, lewma du dîwanên xwe yên helbestan ji zarokan re nivîsî.

Helbestên Ferhadê Icmo bi giştî kûr, têrwate û xwedî zimanekî sade ne, lewra gelek ji wan bûn stran. Lê Icmo berî her tiştî aşiq û evîndarekî bi coş û kelecan bû.

Icmo ku sala 2017an ji ber nexweşiya xedar a penceşêrê ji dinyayê bar kir, di warên siyasî, neteweyî û kurdewarî de helbest dihûnan. Lê wî hertim nirxê evînê bilind dinirxand û diyar dikir ku eger evîn û evîndarî nebin, dê jiyana mirov her bi kêmasî be.

Icmo ku 8 dîwanên çapkirî li pey xwe hiştin, her li dû evîna xwe ya winda digeriya. Çav kiribûn bade û peyal û bi hêsirên xwe yên gelek tije dikirin. Hemû biharên temenê xwe seba yarê bertelef kir û digot: “Jîna min şev e, tarî û zîz e.”

Evîna Ferhad, ne serveyî û zûbihur bû. Lê evîneke kûr û kezebsoj bû ku pir caran xwediyê xwe nabe himbêza yarê, lê berî wî dide goristanê.

Icmo di helbesta xwe ya bi navê “Evîna Xema” de, wiha pesinê evînê dide û dibêje:

Ka  evîna  min ka ew baxê  şîn

Xewn û hêviyê min tevde hilweşîn

Ez  bûm peyala destê  bêçara

Tu  bû şivanê qîr û hewara

Ne ez giham te ne tu giha min

Heta bi xewna li me bûn dijmin

Sorgul çilmisî li hêviya bilbil

Bilbil hat sotin bi evîna dil

Helbestvanê Kurd Ferhadê Icmo sala 1960 li Qamişlo ji dayik bû û sala 2017an di 57 saliya xwe de koça dawî kir. Icmo 8 dîwanên helbestan li dû xwe hiştin. Wek: Piştî Çi – Evîna Te, Landik û Qêrîna Yekemîn.