Herî zêde bilêtên fîlma nû ya Brad Pitt hatine firotin

Hewlêr (Rûdaw) - Fîlma “Bullet Train/Trêna Bilez” yek ji filmên nû yê Bokîs Ofîs e û Brad Pitt aktorê sereke yê filmê ye ku di nîşandanên du hefteyan de herî zêde bilêtên vî filmî hatine firotin.

Roja Duşemê 15ê Tebaxa 2022an Studyoya Bokîs Ofîs ku li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê ye eşkere kir ku filmê “Bullet Train/Trêna Bilez” di hejmara bilêtên hatine firotin de ketiye pêşiya hemû fîlman.

Herwiha filmê “Top Gun:Maverick” ku Tom Cruise aktorê serekî ye piştî pêşandana 12 hefteyan bi hejmara bilêtên firotî di rêza sêyem de ye.

Hefteya borî “Bullet Train/Trêna Bilez” bi bihayê 30 milyon dolaran û vê hefteyê jî bi bihayê 13.4 milyon dolar bilêt firotine. Di asta cîhanê de jî film heta niha 114.5 milyon dolar peyda kiriye.

Filma “Bullet Train/Trêna Bilez” çîroka pênc kujeran di nav trêneke bilez de nîşand dide ku dizanin erkekî wan yê hevbeş heye. Derhênerê filmê David Leitch e û 90 milyon dolar lê hatiye xerckirin.

Rêzbenda bihayê firotina filmên din ên Bokis Ofîs di vê hefteyê de wiha ye:

1. Bullet Train -13.4 milyon dolar

2. DIC League of Super-Petis -7.2 milyon dolar

3. TOp Gun: Maverick - 7.2 milyon dolar

4. THor: Love and Thunder - 5.3 milyon dolar

5. Nope - 5.3 milyon dolar

6. MInionis: The Rise of Gru - 4.9 milyon dolar

7. WHere the Crawdadis Sing - 4 milyon dolar

8. BOdies Bodies Bodies - 3.3 milyon dolar

9. Elvis - 2.6 milyon dolar

10. Fall - 2.5 milyon dolar