Celadet Bedirxan yekîtiya Kurdan di yekîtiya ziman de didît

15-07-2021
Besam Mistefa
Îro salvegera koça dawî ya Mîr Celadet Bedirxan e
Îro salvegera koça dawî ya Mîr Celadet Bedirxan e
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zimanzanê Kurd Celadet Alî Bedirxan ku roja 26ê Nîsana 1893an li Stenbolê ji dayik bûbû, di warên cuda cuda de xizmeta çand û zimanê kurdî kir. Keda wî ya nemir di gelek waran de diyar bû, xasma kovargerî, çîroknivîsî, helbestkarî, gotarvanî û bi taybetî ziman û alfabeta kurdî ku pişka şêr ji keda wî ya nirxbuha wergirt.

Di warê zimanê Kurdî de, Celadet hergav nav di keç û lawên Kurd dida xwe hînî zimanê kurdî bikin û jê bêpar nemînin. Heta astekê ku wî Kurdîtî û ziman bi hev ve girê dida û digot: “Yan hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin yan nebêjin em Kurd in. Bê ziman Kurdîtî ji we re ne rûmet, lê rûreşiyeke giran e. Heçî milet hene tevde bûne dewlet û xwedan kitêb û dibistan. Bi tenê em kurd bi şûnde mane. Divê em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.”

Celadet Bedirxan yekîtiya gelê xwe di yekîtiya zimanê wî de didît û bi jîrî û dûrbîniya xwe bawer bû ku divê berî her tiştî Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin û digot: "Şerma mezin ew e ku mirov nezanê xwendin û nivîsandina zimanê xwe be. Tenê bi hebûna xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe û parastina wî, em dikarin di civata miletan de wek miletekî xweser bijîn û payedar bin."

Piştî ked û xebateke dûrdirêj, zimanzan û ronakbîrê Kurd ê qedirgiran Mîr Celadet Bedirxan di roja 15ê tîrmeha sala 1951ê de, li gundê Hecanê li nêzîkî Şamê, di bîra qederê de wer bû û çû ser dilovaniya Xwedê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst