Belgefîlma Ganî Mîrzo li Îtalyayê Xelata Baştirîn Belgefîlm wergirt

15-07-2020
Aydin Bayram @aydn_byram
Harmoniya Piştî Şer li Palermoyê beşdarî Festîvala Sole Lunayê bû / Wêne: ji belgefîlma Harmoniya Piştî Şer
Harmoniya Piştî Şer li Palermoyê beşdarî Festîvala Sole Lunayê bû / Wêne: ji belgefîlma Harmoniya Piştî Şer
Nîşan Ganî Mîrzo Harmoniya Piştî Şer Festîvala Sole Lunayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Belgefîlma hunermend û muzîkjenê navedar ê Rjavayê Kurdistanê Ganî Mîrzo ya bi navê “Harmoniya Piştî Şer” li bajarê Palermo yê Îtalyayê di “Festîvala Sole Lunayê” de baştirîn xelata kurtê belgefîlmê wergirt.

Li bajarê Polermo Festîvala Sole Lunayê  hat sazkirin û belgefîlma hunermendê Kurd Ganî Mîrzo “Harmoniya Piştî Şer” jî yek jî belgefîlmên di beşa pêşbirka kurtê belgefîlman de beşdarkirî bû.

“Harmoniya Piştî Şer” di nav çend fîlman de xelata Baştirîn Kurtê Belgefîlmê wergirt.

Vê belgeflmê ku bi sponsoriya Rûdawê bûye, heta niha bi çend xelatên navnetewî wergirtiye.

Ganî Mîrzo di wê belgefîlma xwe ya bi navê “Harmoniya Piştî Şer” de, behsa gelek mijarên cuda dike, û ew dibêje wan di belgefîlma xwe de xwestine ku bi muzik û hunerê rûyê kirêt ê şer bidin xuyandin.

Çîroka film behsa wê yekê dike ku di dema şer de, kesek heye amûrên muzîkê digihîne Rojavayê Kurdistanê û pêşkêşî wan kesan dike ku ji muzîkê hez dikin û pêre mijûl dibin.

Fîlm bi sponseriya Tora Medyayî ya Rûdawê hate berhemanîn û derhêneriya wê du derhênerên Arjantînî Pablo Tosco û Migue Roth dike û fîlm di heyama salekê de hat temamkirin.

Ganî Mîrzo sala 1968ê li Qamişloyê ji dayik bûye. Piştî lîseyê berê xwe dabû Helebê û li wir bo du salanan beşa muzikê xwend, piştre vegeriya Qamişloyê û weke mamosteyê muzikê xebitî.

Piştî qedandina leşkeriyê, ji bo xwendina muzikê berê xwe da Ewropayê. Ev bûn zêdeyî bîst salan ku ev awazsazê kurd li bajarê Barcelonayê dijî û piştî kedeke mezin karîbû cihekî xwe di nav hunermendên vî bajarî de bigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst