Greta Gerwig: Beşdariya jinan di fîlman de kem e

15-05-2024
RÛDAW
Derhênera fîlma Barbieyê Greta Gerwig
Derhênera fîlma Barbieyê Greta Gerwig
Nîşan Greta Gerwig Festîvala Fîlman a Cannesê Barbie
A+ A-

Cannes (Rûdaw) - Derhênera fîlma Barbieyê Greta Gerwigê ji Rûdawê re eşkere kir ku beşdariya jinan di fîlman de kem e.

Lîstikvan û derhênera sînemayê Greta Gerwig ku serokatiya Jûriya Festîvala Fîlman a Cannesê dike ji Rûdawê re axivî.

Greta Gerwigê li ser beşdariya jinan a di fîlman axivî û da zanîn ku rêjeya beşdariya jinan kem e.

77emîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Cannesê dest pê kir. Greta Gerwigê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Peyamnêra Rûdawê Payam Serbest li ser rêjeya beşdariya jinan pirsek ji Greta Gerwigê kir û wê jî wiha bersiv da:

“Ez gelekî şanaz û kêfxweş im ku li vir im wekî derhênerek.

Ez kêfxweş im ku şopa Jane Campionê bidomînim ku deh sal berê ew serokatiya juriyê kiribû.

Greta Gerwigê di berdewamiyê jî de wiha anî ziman: “Nêzîkî 20 sal in min fîlm çêkirine û beşdarî festîvalên fîlman bûm.

Qet ne mijara gotinê bû ku tiştan pêş bixin û hejmara derhênerên jin zêde bikin.

Her sal ez pir kêfxweş im ku bêtir jin di fîlmênmin de de têne temsîl kirin.

Ez difikirim ku ev tiştekî bêtir dem jê re hewce dike ku em pêş de biçin, ne tenê li ser hejmara fîlmên ku jin têne temsîlkirin.

Di tevahiya çêkirina fîlman de ew guhertin hatiye kirin û hîn jî gelek tişt maye were kirin.

Ez wisa bawer dikim ber bi rêyeke rast diçe. Her sal hejmara jinan a derhêneriyê dikin zêde dibe.

Ez wisa bawer dikim pêwîstî bi demeke zêde heye.

Beriya bi 15 salan min nikarîbû bawer bikira ku dê ewqas derhênerên jin hebin û nûnertiya filmên xwe bikin.

Di festîvalên navneteweyî di merasîmên xelatdayînê de jî ez hêvî dikim ku beşdarbûna jinan her ku diçe baştir bibe.”

Derhêneara "Barbie"yê Greta Gerwigê di dîroka sînemayê de cih girt û bi 1,445 mîlyar dolarî bû derhênera jin a herî xwedî dahat.

77emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê wê di navbera 14-25ê Gulana 2024an de li bajarê Cannesê yê Fransayê bê lidarxistin.

Projeyeke belgefîlma Kurdî yê bi navê “Ez û Dayika Min” ku Dilpak Mecîd derhêneriyê wê kiriye beşdarî festîvalê bûye.

Rûdaw di berhemanîna hevbeş a projeya fîlm de beşdar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst