Encamên Pêşbirka Arjen Arî ya Helbestan hat aşkerekirin

15-05-2020
RÛDAW
Nîşan Helbesta Kurdî Arjen Arî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encama 7mîn Pêşbirka Arjen Arî hat aşkerekirin û li gor daxuyaniya hevbeş a ku malbata Arjen Arî û Weşanên Sor belav kirine, bo îsal Kitêba Elbakof a nivîskar Suat Baran hêjayê xelatê hat dîtin.

Encama 7mîn pêşbirka helbestan a helbestvanê navdarê Kurd, Arjen Arî ku ji sala 2014 ve tê sazkirin, hat aşkerekirin û li gor encamê, Kitêba Elbakof a nivîskar Suat Baran di pêşbirka îsal de hêjayê xelatê hat dîtin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku ji ber pandemiya COVID-19ê, encamnameya îsal a pêşbirkê, ne bi civandina kedkarên çapemeniyê lê bi awayeke nivîskî tê aşkerekirin.

Daxuyaniya malbata Arjen Arî û Weşanên Sor a derbarê encama 7mîn pêşbirka helbestan de bi vî awayî ye:

“Wekî tê zanîn îsal cara 7. li ser navê şairê gewre Arjen Arî pêşbirka helbestan tê lidarxistin. Me di Mijdara 2019an de îlana îsal ragihandibû.

Îro cejna zimanê Kurdî ye. Em li ser navê pêşbirkê û Weşanên Sor pîroz dikin û hêvî dikin ku ev pêşbirk hê gelek ciwanên qelemxurt bigihîne edebiyata kurdî û bi qelemên wan û gelek ciwanên dî edebiyata kurdî her bi pêş ve biçe.

Îsal 5 dosyeyan serî li pêşbirkê dan. Juriya îsalîn ji Fewzî Bîlge, Yeqîn h., Bêrîvan Zînzal, Berken Bereh û Necla Arî pêk dihat. Pênc endamên juriyê dosyeyan nirxandin û nîqaşên xwe kirin. Bi qineta hevpar a her pênc endamên juriyê, bi boneya ku xwediyê dosyeyê edebiyata kurdî û ya cîhanê baş dizane û hêviya pêşketinê dide, dosyeya Suat Baran a bi navê Kitêba Elbakof hêjayî dîtin.

Em weke amadekarên vê pêşbirkê wî pîroz dikin û me hêvî heye ku bi vê xelatê, vê afirînerî û çalakvaniya xwe di qada helbesta kurdî de hê bi pêştir bixe.”

Suat Baran kî ye?

Danasîna ku bo pêşbirkê şandibû bêyî ku em jê qut bikin an lê zêde bikin wiha ye:

Sala 1986an li Wanê hate dinyayê û zaroktî û balixiya xwe li Trabzonê derbas kir. Li Zanîngeha Stembolê Ziman û Wêjeya Yûnaniya Nûjen (2008) û li Zanîngeha Yıldız Teknikê Mamostetiya Îngilîzî (2015) kuta kir, dûre li Zanîngeha Bilgiyê di beşa Cultural Studies de mastera xwe wergirt (2014) û niha jî li Zanîngeha Boğaziçiyê di beşa Edebiyata Tirkî de doktoraya xwe dike. Di teza xwe ya masterê de li ser trawmaya zimên û bêdengiyê xebitî di roman û çîrokên Suzan Samanciyê de.

Ev deh sal zêdetir e bi karê wergera edebî re jî mijûldar e hem ji yûnanî hem jî îngilîzî. Ji yûnanî bo tirkî 5 wergerên wî wek kitêb çap bûne di navbera 2007-2010an de. Lê dûre dev ji wergera tirkî berda û bala xwe bêtir da kurdî. Heta niha gelek wergerên wî yên bi kurdî yên gotar, çîrok û helbestan di kovarên mîna Yazınca, Tabularasa, Wêje û Rexne, Zarema, Jehr, Asîva, Derwaze û bloga wî (wergeraedebi.blogspot.com) de derketine.

Di ekîba derxistina kovara nîv-akademîk ya Zaremayê de rolek girtiye. Ji bilî karê wergerê, bi sê zimanan xebatên xwe yên akademik didomîne. Ji xeynî wergerê çîrok jî nivîsandine lê tu carî ji çîrokên xwe razî nebûye. Têkiliya wî ya bi helbestê jî, herçiqas ji nivîsandinê bêtir dixwend jî, ji demên wî yên lîseyê vir de tu carî qut nebûye. Lê piştî çendin ristên wî yên bi tirkî, bi Yûnanî û bi Îngilîzî ku li Yûnanistan û Letonyayê di kitêb û salnameyan de derketine, meyl û keda xwe da û dide helbesta Kurdî. Ji ber ku Kurdî ji bo wî zimanê yekane ye ku xwe tê de azad û dûrî zehmetiyên dinyayê dihese.

Xelata Rûmetê jî pêşkêşî Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancı hat kirin

Malbata Arjen Arî Weşanên Sor herwiha diyar kirine, ku bo îsal Xelata Rûmetê ya pêşbrikê jî hêjayî Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancı hatiye dîtin.

Derbarê vê yekê de di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Ligel vê xelatê weke tê zanîn em her sal xelata rûmetê jî didin. Îsal Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancı hêjayî xelata rûmetê hate dîtin. Salên dûdirêj in ku Şebnem Korur Fincancı weke seroka giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê li hemberî îşkence û zordestiya hêzên dewletê xebatên zanistî dimeşîne, bi tedawî û koordînasyona kesên îşkencedîtî ve mijûl dibe, her parastina mafên gelê kurd dike û ji bo dostaniya gelên rojhilatanavîn û dinyayê têdikoşe.”

Herwiha rêkxerên pêşbirkê derbarê merasima xelatdanê de jî ragihandine: “Me merasîma xelatdanê ev çend salên dawîn di Fûara Pirtûkan a Amedê de li dar dixist. Lê em ji niha ve nizanin bê ka dê fûar li dar bikeve yan na. Ji ber hindê em ê tarîx û ciyê merasîma xelatdanê, li gor seyra pandemiya COVID-19ê, di rojên bê de ji raya giştî re ragihînin.”

Di daxuyaniyê de herwiha bang li hemwelatiyan hatiye kirin ku “ji bo sala bê helbestên xwe bo pêşbirka helbestana a Arjen Arî bişînin” û daxwaz ji sazî û dezge û medyaya Kurdî jî tê kirin, ku bêhtir danasîna pêşbirkê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst