Komeleya Ehmedê Xanî: Netew li ser ziman ava dibin

15-05-2020
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Zimanê Kurdî Komeleya Ehmedê Xanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê bi helkefta 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyameke pîrozbahiyê weşand.

Îro 15ê Gulanê Cejna zimanê Kurdî ye. Di 15ê Gulana 1932yan de Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî dest bi weşana Kovara Hawarê kirin. Kovara Hawarê di dîroka Kurdan de cihekî taybet digre. Hawar; kovara yekemîn a bi Kurdiya bi tîpên latînî ye û bûye despêka pêşveçûna zimanê Kurdî. Kovara Hawarê ji sala 1932yan heta 1943 yan di 11 salan de 57 hejmar çap bûn.

Ji ber vê 15ê Gulanê ji sala 2006ê ji aliyê Kurdan ve wek Cejna Zimanê Kurdî hatiye qebûlkirin.

Peyama Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê wiha ye:

“Dewlemendiya neteweyan a herî girîng ziman e. Ziman şertê herî girîng ê neteweyîbûnê ye. Netewe li ser zimên ava dibin.

Ziman ji bo gelên bindest çavkaniya bingehîn a jiyanê ye. Ziman tekane dewlemendiya gelan e ku bi hezaran salan ji dest nedaye. Ziman wek pireke bingehîn e ku raborî û dahatûya neteweyan pêk ve girê dide.

Pêwîst e gelê Kurd bi hesasiyeta Ehmedê Xanî û Celadet Bedirxan xwedî li zimanê Kurdî derbikeve. Divê her kurdek xwedî lê derketina sembola neteweperweriyê zimanê Kurdî wek erkek netewî li xwe bigire. Herwiha pêwîst e her Kurdek Kurdî di jiyana xwe ya rojanê de bikar bîne û hewl bide li her qada jiyanê belav bibe. Xwedî lê derketina zimanê kurdî berpirsiyariya her kurdekî ye.

15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li hemû kurdan pîroz be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst