Amed (Rûdaw) - Şaredariyên DEM Partiyê yên Amedê bi bernameyên cûr bi cûr sersala Kurdî pîroz kir.
Wekî kevneşopiyekê bi sedan sal in Kurd sersalê di 13ê Kanûna Paşîn de pîroz dikin.
Bi armanca vejandina çanda pîrozkirina wê kevneşopiya sersalê jî di salên dawî de bernameyên taybet tên lidarxistin.
Di çarçoveya wan bernameyan de ciwan cil û bergên xwe diguherin diçin seredana mal û esnafan, diyarî distînin û ji bo sala hatî dua dikin.
Ji ber 13 roj ferqa di navbera salnameya mîladî û salnameya rûmî de Kurd bi sedan sal in wekî kevneşopiyek sersala xwe di 13ê meha kanûna paşîm de bi kosegelî pîroz dikin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê sersala Kurdî bi kevneşopiya berê hat pîrozkirin.
"Armanc jiyandina mîratên me yên çandî ye"
Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkolê wiha got:
"Armanca me jiyandina mîratên me yên çandî ne. Lewra bi sedan sal in ev çand dewam dike.
Bi çanda kosegelî jî em dixwazin li kuçeyên Sûrê ku bîra hefizeya me ye em dixwazin bidin jiyîn û bigihînin pêşerojê. Bi wî armancê em van çalakiyan li dar dixin."
Di bernameya pîrozkirina sersalê de ciwanên Navenda Çand û Hunere ya Dîcle Firatê bi hevkariya şaredariya Sûrê kosegelî gerandin û çûn seredana dikandaran diyariyên sersalê girtin û dîmenên rengîn derxistin holê
Welatiyan li ser pirozkirina sersala Kurdî nêrînên xwe wiha anîn ziman:
- "Sersal çanda me ye, em dikan dikan digerin pîroz dikin. Ne tenê li Amedê li her derê."
"Me xwest ku gel çand û hunera xwe ji bizanibe"
- "Di zarokatiya me da em li gundan digeriyan. Me li gundan vî karî dikir lê çend sal bûn ev çand lawaz bûbû.
Me xwest em careke din bixin rojeva gel û bidin jiyandin ku gel çand û hunera xwe ji bizanibe. Ev çand û hunera me ye bêyî vêya nabe."
- "Rengekî xweş e û sersala me pîroz be."
"Baş e ku Kurd vê çandê bi vî rengî pîroz dikin"
- "Rengekî zehf xweş e. Kêfa min zehf jê re tê. Baş e ku ev çand heye. Baş e ku xelkê Kurd zêde bûye û bi vî rengî pîroz dike.
- "Înşelah ev sala me sala aştî û azadiyê be. Berê jî em digeriyan çandek gelek xweş e."
Bi helkefta pêşwazîkirina sala nû ji bilî Şaredariya Sûrê, ji aliyê gelek şaredariyên DEM Partiyê ve bi awayekî hevdem ji bo berdewamiya pîrozkirina sersalê bername hatin lidarxistin û reng û dengê kevneşopiya sedan salî li kûçe û kolanên bajêr olan da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse