Îslam Zaxoyî stranek li ser Zaxoyê belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Îslam Zaxoyî stranke nû li ser bajarê Zaxo belav kir ku bi awayê vîdeoklîp berhem hatiye.

Ev berhem ji gotin û awazên Kenan Sindî ye û muzîka stranê li Stodyoya Ezîz Kerîm li Almanyayê hatiye tomarkirin û karê derhînana vîdeoklîpê jî ji aliyê Rejîf Gandî ve hatiye kirin.

Ev berhem li ser bajarê Zaxo hatiye gotin û çend dîmenên cuda yên vî bajarî li xwe digire, mîna dîmenên Pira Delal a dîrokî û herdu hunermendên navdarên vî bajarî Erdewan Zaxoyî û Eyaz Zaxoyî.

Îslam Zaxoyî sala 1982ê li Zaxoyê hatiye dinyayê, sala 1997ê dest bi karê hunerî kiriye û sala 2000 yekem strana xwe bi navê "Ez nahêlim welatê xwe" weke vîdeoklîp belav kiriye.

Hunermendê stranbêj, Îslam Zaxoyî sala 2003 bi strana "Evro spêde" hate naskirin û xwediyê çend albumen weke, albûma "Bejna yara min", "Piştî çi" û "Nama evînê" ye.