Hunermendên Kurd sûdê ji alîkariya Wezareta Çandê ya Tirkiyê nabînin

14-12-2020
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Piraniya hunermên Kurd bê bîme kar dikin û ew nebûne endamên sendîka û jorên hunermendên Tirk.
Piraniya hunermên Kurd bê bîme kar dikin û ew nebûne endamên sendîka û jorên hunermendên Tirk.
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Wezareta Çand û Huner a Tirkiyê dê sê mehan her mehê hezar lîreyan weke alîkariya darayî bide hunermendên muzîkê, lê şertên wezaretê bûye sedem ku piraniya muzîsyenan nekarin sûdê jî vê alikariyê bibînin. Hikumet dibêje pêwîste hunermend pêştir bîmeyên xwe razandibin, yan endamên sendîka û jorên hunermendan bin. Piraniya hunermên Kurd bê bîme kar dikin û ew nebûne endamên sendîka û jorên hunermendên Tirk.

Mehmet tekol weke hunermendekî Kurd bi salan e li Enqerê li cihên şahiyê debara jiyana xwe bi karê muzîkê peyda dike. Ev dîmen jî yên beşdariya wî ne di ahenga serê sala 2020ê de. Lê Coronayê weke gellek hunermendan Mehmet Tekol jî bêkar û debar hêlaye. Salonên ku wî peştir xelk lê dicivand niha vala ne. Wezareta çand û hunera a Tirkiyê jî biryar daye ku alikariya darayî bide hunermendan lê belê şertên wezaretê Mehmet û beşek zêde ya hunermendên kurd bixwe nagire.

Mehmet Tekol dibêje, “Piştî pandemiyê qederê 10 meha ye em bêkar mane. Hikumet jî çi alikariya nade me. Bandora pandemiyê li ser muzisyenên kurd zêde ye. ji xwe berê jî li peşiya me gellek asteng û berbend hebûn.”

Lê piştî pandemiyê êdî musizyen nikarin debara xwe û malbata xwe peyda bikin.

Wezareta Çand û Hunera Tirkiyê bi şertê ku endamê sendîka û jorên weke MÜZİK-SEN, Popsav, TRAKSEV, MÜYORBİR, MSG û MESAMê bin yan jî bîmeyên wan yên fermî hebin dê hizar lîreyan dibe hunermendên muzîkê lê piraniya hunermendên kurd endamên MKM û çend saziyên kurdî ne.

Sendikayên hunermendan jî daxwaz ji hikumetê dikin ku alîkarî bêferq û cudayî bêne belav kirin.

Seroka Sendikaya Mûzisyenan ( MUZÎK- SEN) Îpek Koçyigit ji Rûdawê re got, “Bêgoman pandemiyê bandoreke yekcar xirab li ser rewşa hunermendan kiriye. Di aliyê aboriyê de hunermend zehmetiyan dibînin. hikumet giringiyê bi mijarê nade û alikariyê jî nade. Heta niha tenê çend şaredariyên weke Ankara û Edenê alikarî kirine. kesê guh nedaye daxwazên me.”

Alîkariya hikumetê bo hunermendên muzîkê tenê dê 3 mehan berdewam be û ji bo her hunermendê şertên wî bigire dê 3 hizar lîre were dan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst