Festîvala Hacî Bektaş Welî - 'Divê dewlet destê xwe ji ser me rake'

2 demjimêr berê
Omer Sonmez
Beşdarê Festîvala Hacî Bektaş Weliyê / Wêne: Rûdaw
Beşdarê Festîvala Hacî Bektaş Weliyê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Festîvala Hacî Bektaş Welî Stenbol Kurd Elewî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê 3yemîn Festîvala Hunkar Hacî Bektaş Welî hat sazkirin.

Stenbol wekî bajarê pirçandî, pirzimanî û pir ol û bawerî tê naskirin.

Îsal 3yemîn Festîvala Serçeşme Hunkar Hacî Bektaş Welî ku ji aliyê Şaredariya Mezin a Stenbolê (ÎBB) ve tê sazkirin, li Qada Maltepeyê hat lidarxistin.

Bi hezaran kes beşdarî festîvalê bûn.

"Cudahî dewlemendiya civakê ye"

Birêvebirê Pêwendiyên Saziyên Civaka Sivîl ê Şaredariya Mezin a Stenbolê Vedat Kara ji Rûdawê re axivî û got:

"Stenbol ji aliyê hemû bawerî, nasname, çand û aliyên civakî ve bajarekî gelekî girîng e.

Li gorî me ev cudahî dewlemendiya civakê ye.

Ji bo pêkanîna aştiya civakî em bernameyên wiha saz dikin."

Di festîvala ku bi hevkariya saziyên Elewî-Bektaşiyan hat amadekirin de, li gel konsert, panel, semah û atolyeyên cuda, pêşangeha bi navê "Evîna Heqîqetê" jî cih girt.

"Me çanda Hacî Bektaş Welî ji xwe re kiriye felsefe"

Perwerdekara Semahê Ozge Çoban Çelîkê got:

"Me çanda Hunkarê xwe Hacî Bektaş Welî ji xwe re kiriye felsefe.

Ew jî ev e ku divê em xwedî li dest û pişta xwe derkevin.

Em hewl didin rêya wî bişopînin û neqlî roja îroyîn bikin. Ji loma jî ev çalakî pir girîng in."

Îsal cara yekem 20 weşanxaneyî jî bi standên xwe li festîvalê cih girt.

Kovara Golikê ku li Tirkiye û Bakur tekane kovara qerf û mîzahê ye jî beşdar bû.

Lê Golik, ev salekê ye ji ber rewşa aborî nikare bê çapkirin.

"Ji ber mesrefên zêde em nikarin kovarê çap bikin"

Edîtora Kovara Golikê Dilara Aktaşê wiha anî ziman:

"Kovara Golikê sala 2012an dest pê kir. Piraniya xêzkarên me girtiyên siyasî ne.

Yanî ev ne kovareke dijîtal e. Kovara me heta niha rastî gelek astengî û sansurê hatiye

Lê herî dawî ji ber mesrefên zêde yên çapkirinê em nikarin kovara xwe çap bikin.

Piştî şaredarî ket destê Kurdan jî mixabin ew alîkarî negihişt kovarê."

Festîvalê di navbera 10 û 13ê Çiriya Pêşîn de, sê rojan berdewam kir.

Cemxane û saziyên Elewî-Bektaşiyan, didin zanîn ku di bernameyê de nimûneyên herî xweş ên muzîk, çand û hevgirtina civakî hatine ba hev.

Elewiyên Kurd û Tirk di vê festîvalê de hatin cem hev.

Daxwazên wan heman bûn, "ji bo cemxaneyan statuya fermî û welatibûna wekhev."

"Divê dewlet destê xwe ji ser me rake"

Pîrê Cemxaneya Pendîkê Alî Kuçuk got:

"Lazim e cemxaneyên me wekî îbadetxane bên qebûlkirin. Divê dewlet destê xwe jî ji ser me rake.”

Alîkarê Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal Îbrahîm Karakaya wiha axivî:

"Em dixwazin her kes bira be û ti kes neyê cudakirin. Bila kes di bin bandora kesekî de nemîne.

Lazim e dewlet bi wekhevî miamele bike, da di nav gel de biratî çêbibe."

Di festîvalê de gelek hunermendên wekî Selda Bagcan, Edîp Akbayram, Îlkay Akkaya û hunermendên Kurd yên wekî Erdogan Emir û Ayfer Duzdaş jî konser dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst