Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê: Ne tenê Kurd, Amerîkî jî beşdar dibin

5 demjimêr berê
Sinan Tunçdemir
Hussein Smko û juriyê festîvalê Şener Ozmen / Wêne: Rûdaw Grafîk
Hussein Smko û juriyê festîvalê Şener Ozmen / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê Şener Ozmen
A+ A-

New York (Rûdaw) - 8emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê bi bernameyeke 8 rojî bi xwendina sirûda neteweyî ya Kurdan dest pê kir.

Di festîvalê da bi tevî nîşandana fîlmên dirêj, kurtefîlm, belgefîlm, muzîk û xwarinên Kurdan jî ji bo beşdaran tên pêşkêşkirin.

Di festîvalê de 34 fîlm ku piraniya wan jî fîlmên derhênerên Kurd in tên nîşandan.

Yek ji van kesên ji juriya festivalê amaje bi vê yekê dike ku wan ji bo festivalê zêdetirî 300 fîlmî wergirtine.

"Ji Kurdistanê zêdetirî 300 fîlm hatin"

Juriyê festîvalê Şener Ozmen got:

"Tiştên ku hatin ber me di ser 300î re bûn û ji gelek parçeyên Kurdistanê ev fîlm hatin.

Bi her awayî, bi her cûreyî fîlm hatin. Yên wekî ezmûngerî, belgefîlm, kurtefîlm, metrajdirêj û anîmasyon gelek bûn.

Tişta ku bala min kişand bêtir ji Başûr fîlm hatin û ji Rojhilat jî gelek fîlm hatibûn.

Dîsa jî ez bi kelecan bûm ku hinek gîlmên anîmasyon hene."

Festîval bi awayekî bi kelecan bi nîşandana fîlm û belgefîlman berdewam dike.

Her wiha di festîvalê de govend jî tê gerandin.

"Pêwîstiya me zêdetir karên wiha heye"

Beşdarê festîvalê Hussein Simko got, "Ez gelekî kêfxweş im ku min tu dîtî.

Ez spasiya wan rêhevalan dikim ku di sala 8an de ev festîval berdewam kiriye.

Bi rastî karekî pir baş e û pêwîstiya me zêdetir karên wiha heye."

Di heman demê de ne tenê Kurdên Amerîkayê beşdarî festîvalê dibin her wiha gelek Amerikî jî li vir in.

Di roja yekem a festîvalê de zêdetir muzîk û çanda kurdan derketin pêş.

Her wiha belgefîlma bi navê "Rojek" hat nîşandan.

Di vê belgefîlmê de derhêner diçe Rojavayê Kurdistanê û li wir bi milîtanên DAIŞê yên girtî re hevpeyvînan dike.

Li aliyê din jî îsal beşdarbûn li gorî salên berê gelekî zêdetir bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst