3yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê: Ji bo Rojavayê Kurdistanê hatiye terxankirin

14-10-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan 3yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - 3yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê ku îsal ji bo Rojavayê Kurdistanê hatiye terxankirin li sînemya “Îlluzyonê” bi rê ve diçe.

1emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê di sala 2021ê de bi awayekî serkeftî hatibû lidarxistin û îsal jî ya sêyemîn tê lidarxistin.

Sînemya “Îlluzyonê” ya li navenda Moskowê deriyên xwe tam bo heftiyekî ji bo fîlmên Kurdî vekiriye.

Fetîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê di 12ê Çiriya Pêşîn de dest pê kir û dê heta 19ê Çiriya Pêşîn berdewam bike.

Beriya vekirina 3yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê, li hola sînemaya Îlluzyonê mêvan ketine dorê ji bo wênekişandina li gel derhêner û akterên ji her çar parçeyên Kurdistanê.

Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan ê Herêma Kurdistanê Heme Hemeseîd bi şandeke mezin ya karmendên wezaretê re beşdarî festîvalê bûn.

Ji xwe Hikûmeta Kurdistanê yek ji sponsorên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê ye.

“Sînema ji bo pêşandana êş û azarên gelan meydanek e”

Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Heme Hemeseîd got:

“Giringiya vê festivalê ew e ku em çandan çiqas nêzikî hev bikin, çandan bi hev bidin nasikirin hewqas baştir e.

Hemû hunerên giring in bi taybetî hunera sinemayê meydanek e ji bo pêşandana êş û azarên gelan û ji bo nimayişkirina bûyer û pêşhateyên derbasbûyî.

Ev hewl dide ku bîne ber çavên xelkê ji ber vê yekê Festîvala Fîlmên Kurdi ya Moskowê ji bo me giringiyeke xwe ya taybet heye û em hemû piştgiriyê didinê.”

Pêşkêşkirina mînakên mûzîka Kurdî êdî bûye nêrît di vekirina Festîvalên Moskowê de.

3yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê bi vi awayî fermî hat vekirin.

Endamên Jurî û hemû fîlmên beşdar li gel derhêneran, yek bi yek tên nasandin.

Seroka Juriyê peyama pîrozbahiyê dide beşdar û temaşevanan.

“Sînemaya Kurdî her tim  behsa azadî û evîndariyê dike”

Seroka Juriyê Yekaterîna Fîlîpovayê wiha anî ziman, “Sînemaya Kurdî ji salên 70yî û vir ve bi şêwaza xwe ya resen, li cîhanê xwe daye naskirin.

Derhênerên mîna Yilmaz Guney û Behmen Qubadî çendîn xelatên bilind ên festîvalên mîna Cannes, San Sebastiyan, Berlîn û yên din bidest xistine.

Sînemaya Kurdî her tim  behsa azadî û evîndariyê dike. Sînemayeke rasteqîn û hunerî ye.

Ciyawaziya fîlmên Kurdî û derhêneriya Kurdî ew e ku ew ne ji rêzê ne û otantîk in.

Zimanê sînemaya Kurdî ceja neteweyî vegirtiye û her tim bi mijarên girîng û pêwîst re têkildar e.”

Îsal ji bo Festîvala Moskowê 5 fîlmên dirêj, 7 belgefîlm û 27 kurtefîlm hatine hilbijartin ku li her çar parçeyên Kurdistanê  û Ewropayê hatine kişandin.

3yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê îsal bo Rojhilatê Kurdistanê hatiye terxankirin.

Jixwe Festîval, bi pêşandana fîlmê "Dema Hespên Serxweş" yê derhênerê navdar Behmen Qubadî tê vekirin.

Tora Medyayî ya Rûdawê jî partnerê medyayî ya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst