12emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê bi fokusa Rojava destpê kir

14-10-2022
Zinar Şîno
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan 12mîn Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê Rojavayê Kurdistanê Mano Xelîl Cîran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 12mîn Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê dê di 13ê Çotmehê de bi fokusa “Rojava” dest pê kir û dê heta 19 Cotmehê berdewam bike.

12emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê (KFFB) bi çendîn fîlmên ji çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên dîaspora yên li derveyî welat dest pê kir. Di festîvala îsal de nêzikî 50 kurtefilm, belgefilm û filmên dirêj hene.

Fokusa festîvala îsal Rojavayê Kurdistanê ye. Di vê beșê dê filmên ku li Rojava û derveyî Rojava yên li ser Rojavayê Kurdistanê hatine çêkirin dê bên nîșandan.

Merasîma vekirina 12êmin Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê bi fîlmê derhênerê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Mano Xelîl a Cîran dest pê kir.

Fîlmê cîran çîrok û trajediya Kurdan û Kurdistanê digel sînoran di rêya malbateka Kurdên Rojavayê Kurdistanê digel hêla sînorî ya digel Bakurê Kurdistanê herwisa cîraniya digel malbateke Cihû û Erebên xemir yên hawirde li xwe vedigêre.

Senaryo û derhênera fîlmê Cîran a Mano Xelîl ê ji dayikeke Mêrdînî û bavek Qamişloyî ye. Ji sala 1986an ve ev çîroka Cîran digel Mano djî taku di 2021an de bûye fîlm.

Derhênerê Kurd Mano Xelîl di derbarê cîroka fîlmê xwe yê cîran de wiha dibêje “Ev lîstika bi rihê Kurdî di nav me de ye. Ev lîstika parçekirina di nav rihê Kurdan de di nav malbata min de bû. Ji ber ku tê bîra min çaxa k ez 6 salî bûm cara yekemîn ez çûm ser sînor dayika min di nav têla re got `evê hanê xalê te ye.` Wexta ku xalê min di nav têlên sînor de min maç kir, ew di jiyna min de weke ku tu mohrek di laş de bişewitînî nema jê der tê. Ji bo wilo di dema xwendinê de min wek senaryo nivîsandibû, lê belê gava ku min ku min xwendinê xelas kir, hêviyeke min hebû ku ez fîlm çê bikim. Vê carê min senaryoyekê nivîsand. Tabî senaryo wê demê li ser meseleya Rojava û wextê çêkirina Rojava û ev tiştên din tê de tinebûn.”

Aktorên fîlmê Cîran ji Bakûr, Başûr û Rojavayê Kurdistanê ne lê rolgêrana kalikê Şêroyê 6 salî, hunermendê aktor Zîrek bû. Ji bo rolgêrana di vê çîrokê de, jiyana wî û ya gelek nifşên nû yên Kurdên ji serxet û binxetê ye.

Aktor Ehmed Zîrek got “Xweşiya wê ew bû, ev tiştên ku em di fîlmê de dibînin ew Rojavayê Kurdistanê bû. Me heman tiştî li Bakurê Kurdistanê jî dît. Wek mînak me di fîlmê de dît zarokên Kurdan li Rojavayî Kurdistanê çewa dikirin Ereb, heman tiştî jî li Bakurê Kurdistanê dît ku em çewa dikirin zarokên Tirkan. Wek mînak rojekê ez çûm dibistanê hevokeke Tirkî nedizanî, tiştê yekem ku nîşanî me didan, `Tirkek berdêlê dinyayê ye, di dinyayê de ji Tirkan mezintir ti kes nîne`. Roja yekemîn tiştên wiha nîşanî me didan. Heman tiştê ku em di vî fîlmê de dibînin çewa zarokên Kurdan kirine Ereb, ê me jî heman wilo bû.”

Trajedya Şêroyê dayik kuştî û çîrokên sînorî yên bêdawî, bihevgihiştina piştî 40 salan a Şêroyê Kurd û Henna ya Cihû li kampeka koçberên Rojavayê Kurdistanê bi dawî dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst