Di Netflixê de straneke Kurdî: Seyran Qurban

14-08-2022
RÛDAW
Nîşan Gonul/Dil Seyran Qurban Netflix
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Strana Kurdî ya di fîlma nû ya Netflix Tirkiyê "Gonul/Dil" de bû rojeva medyaya civakî.

Fîlma nû ya Netflix Tirkiyê "Gonul/Dil" di 10ê Tebaxê de hat weşandin. Di fîlmê de dîmena ku herî zêde bala xelkê kişand strana “Seyran Qurban” a ku di dawiya fîlmê de hat lêxistin bû.

Platforma online û rêzefîlman Netflix, di 28ê Tîrmehê de yekem trailera fermî ya fîlma herêmî ya bi navê "Gonul/Dil" weşand.

Netflixê di danasîna trailerê de got, “Sumbul a dînik dibe evîndara Pîroz ê koçer ku di daweta xwe de li kemençeyê dixe dibe lê ne qanûnên exlaqî û ne jî xurafe nikarin pêşî li wan bigirin. Bila dil bi hev re bin.”

Nivîskar û derhênerê fîlma "Gonul/Dil" Soner Caner e û lîstikvanên navdar ên wek Erkan Kolçak Kostendil, Hazar Erguçlu, Bulent Emin Yarar, Ali Seçkiner Alici, Selîm Bayraktar, Şevval Sam, Asiye Dinçsoy, Nazmi Kirik û Ferît Kaya dilîzin.

Fîlma "Gonul/Dil" a ku ji aliyê BKMê ve hatiye çêkirin, di 10ê Tebaxê de derket pêşberî temaşevanan.

Di dîmena dawî ya fîlmê de strana Aytekîn Ataş a bi Kurdî ya bi navê "Seyran Qurban" li ser medyaya civakî bû rojev.

Di dîmena dawî de strana "Seyran Qurban" bi jêrnivîsa Tirkî hat belavkirin. Stran ji aliyê gelek bikarhênerên medyaya civakî ve hate parvekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst