Metin Kahraman di balkona mala xwe de konsertek da

14-04-2020
RÛDAW
Nîşan Coronavirus Dêrsim
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Hunermedê Kurd Metin Kahraman li bajarê Dêrsimê ku bi xwe jî xelkê wî bajarê Bakurê Kurdistanê ye, li balkona mala xwe, ji bo moralê cîranên xwe yên ji ber koronayê di mal de mane xweş bike, çend stranên Kurdî û Tirkî got.

Hunermendê navdar Metin Kahraman di balkona mala xwe ya li navenda Dêrsimê de ji bo cîranên xwe stranên Kurdî û Tirkî got û beşek ji cîranên wî, bi çepikan tevlî stranan bû û hinek ji wan jî ew heyam bi kamereyên telefonên xwe tomar kirin.

Metin Kahraman ji bo karmendên tendirustiyê banga piştevaniyê kir û got divê herkes li hemberî koronayê bi baldar be.

Derbarê rewşa li Dêrsimê de Kahraman got: “Heta vê gavê rewşa bajêr baş e. Şeş nexweşên me hebû, ji wan rewşa çar kesan baş bûye. Hejmara nexweşên me du kes in, lê li gor agahiyên hatine bihîstin îro polîsek jî bi vîrusê ketiye. Nexweş di nav xelkê de berbelav dibe, lewma divê em ji xwe agahdar bin.”

Herwiha Kahraman endamên Grûp Yorumê jî bibîr anîn û strana wê grûpê ya bi navê “Uç beş kişi kalmiş turku diyenler” (çar pênc kes mane dibêjin stran) û got: “Bila daxwazên Grûp Yorumê bêne qebûlkirin. Herwiha bi rojiya mirinê jî were bidawîkirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst