کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Wêne: Rûdaw

Wêne: Rûdaw

Çand û Huner

Li ÎTUyê Kluba Kurdî hat avakirin: Rastî gefan hat

RÛDAW

RÛDAW

14-03-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW14-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Afirînerê 'Kurmancî Here Gulê' Paix klîbeke nû belav kir
Çand û Huner11-05-2026

Afirînerê 'Kurmancî Here Gulê' Paix klîbeke nû belav kir

Kurdên Şamê li zimanê xwe vedigerin: Hûr û gir fêrî Kurdî dibin
Çand û Huner10-05-2026

Kurdên Şamê li zimanê xwe vedigerin: Hûr û gir fêrî Kurdî dibin

Li Wanê ji bo zarokan Pêşbirka Helbestên Kurdî hat lidarxistin
Çand û Huner10-05-2026

Li Wanê ji bo zarokan Pêşbirka Helbestên Kurdî hat lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê (ÎTU) di bin banê Klubên Çand û Hunerê de "Kluba Ziman û Çanda Kurdî ya ÎTUyê" dest bi xebatên xwe kir.

Piştî ku klubê li ser medyaya civakî avabûna xwe ragihand, ji aliyê hinek derdoran ve hat hedefgirtin.

Bi ragihandina avabûna klubê re li zanîngehê nîqaşan dest pê kir.

Hat zanîn ku klubê bi erêkirina Rektoriya ÎTUyê avabûna xwe ragihandiye.

Li Tirkiyeyê li gelek zanîngehan klubên bi vî rengî di bin banê zanîngehan de dikarin werin avakirin.

Li zanîngehên wekî ODTU, Bogaziçî, Bîlgî û Koçê jî kom û klubên ku hatine avakirin hene û bi awayekî çalak dixebitin.

Li aliyê din, di nav ÎTUyê de klubên bi navê Ziman û Çanda Spanî yan jî Ziman û Çanda Îtalî jî hene û bi awayekî çalak karên xwe dikin.

Aloziya li şevîmanê

Piştî parvekirina avabûna klubê, li koma Şevîmana Xwendekaran a Kuran a Vadiyê di navbera xwendekaran de alozî derket.

Bi ragihandina klubê re, hinek klubên li ÎTUyê yên wekî "Kluba Rêstinê ya ÎTUyê" û "Kluba Futbolê ya ÎTUyê" li ser medyaya civakî daxuyanî dan û gef xwarin.

Bu gönderiyi Instagram'da gör
 
İTÜ Kurdî (@itu.kurdi)'in paylaştığı bir gönderi

"Li vê derê cih ji cudaxwaziyê re tune"

Di daxuyaniya wan kluban de ev gotin hatin bikaranîn:

"Divê demildest dev ji vê biryara skandal bê berdan ku hewl dide kampusên zanîngehê ji bo armancên xwe yên îdeolojîk bi kar bîne, ciwanên me îstismar bike û aramiya zanîngeha me xera bike.

Em bangî rayedaran dikin ku vê şaşiyê sererast bikin û dawî li xebatên vê klubê bînin.

Em bangî hemû hevalên xwe jî dikin ku li hemberî van pêkhateyên ku li dijî yekîtiya welat û miletê me ne bi hestiyarî tevbigerin û bibin yek.

Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê, emanetek e ku kevneşopiyeke zêdetirî du sedsalan, mirovên dewletê yên welatparêz, zanyarên mezin û qehremanên Şerê Rizgariyê yên ku ev welat ava kiriye ji me re hiştiye.

Em dê qet destûrê nedin ti hewldanên cudaxwaz ku lekeyê bixe ser vê emanetê. Li vê derê cih ji cudaxwaziyê re tune!"

Pirsên