Li Swêdê 5emîn Civîna Helbesta Kurdî hat lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Goteborg ê Swêdê bi beşdariya gelek helbestvan û nivîskarên Kurd 5emîn Civîna Helbesta Kurdî hat lidarxistin.

Di çarçoveya çalakiya salane ya wêjeyî û çandî de ku ji aliyê Komeleya Hunerên Bedew a Goteborgê ve li Folkets Hus Hammarkullen (Mal Gel a Hammarkullen) di meha borî de bi beşdariya gelek helbestvan û nivîskarên Kurd, civîneke helbesta Kurdî bi navê “Helbestvanên xwedî ezmûn û şiyanên nû” hat lidarxistin.

Di 5emîn Civîna Helbesta Kurdî ya Goteborgê de kesayetên Xale Heme, Goran Merîwanî, Pişko Necmedîn, Merîwan Helebceyî, Kawa Zerîfî, Hekîm Mîrza, Sîrwa Osman, Roja Yasir û Benaz Omer û hunermend Aso Dîlan jî beşdar bûn.

Civîn bi axaftina Serokê Komeleya Hunerên Bedew a Goteborgê Şamal Îbrahîmzade dest pê kir.

Piştre li ser dîwarên salonê sînevîzyona ku jiyana helbestvanan nîşan dide hate nîşandan û helbestvanan berhemên xwe xwendin.

Pêşangeheke pirtûkên kurdî ji aliyê "Koma Xebatê ya Harwazî" ve ku ji Danîmarkayê hatibû vexwendin, hat lidarxistin. Dahata pêşangehê ji bo alîkariya feqîran hat komkirin.