Sembola aştî û evînê: Sêva Mêxekrêj

14-02-2022
Omer Sonmez
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Sêva Mêxekrêj Roja Dildaran Evîndar Chalak Events Tofan Sunbul
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê, bi boneya "14ê Sibatê Roja Dildaran" ji aliyê Koma Chalak Eventsê ve, kargeha Sêva Mêxekrêj hat lidarxistin. Di heman demê de Chalak Events li Amed û Wanê jî kargeha Sêva Mêxekrêj birêve bir. Sêva mêxekrêj ku kevneşopiyeke kevn a Kurdan e tê wateya evîn û aştiyê.

Koordînatorê Chalak Eventsê Tofan Sunbul dide zanîn, armanca wan ew e ku ew kevneşopiya Kurdî berdewam bikin û bi ciwanên Kurd bidin naskirin. Ji xeynî ciwanên Kurd, kesên biyanî jî eleqe nîşanî kevneşopiya Kurdan didin. Claraya Danîmarkî ku cara ewil sêva mêxekrêj çêdike ji Rûdawê re dibêje, çanda Kurdan jê re serincrakêş tê û ew gelek ji çanda Kurdan hez dike.

Keç û xortên Kurdan bi kêf, kelecan û bi sebreke mezin li ser çêkirina sêva mêxekrêjê kûr û hûr bûne. Hin ji wan bi destgirtiya xwe re hatine, hin ji wan jî bi tenê hatine da ku bi çêkirina sêva bi qerenfîl nesîb û qismetê wan vebe. Sêva mêxekrêj ku kevneşopiyeke kevn a Kurdan e tê maneya evîn û aştiyê.

Koma ciwanên Kurd Chalak Events, bi minasebeta "Valentines Day / 14ê Sibatê Roja Dildaran" li Taksîma Stenbolê li cafeyekê kargeha Sêva Mêxekrêj li dar xist. Koordînatorê Chalak Eventsê Tofan Sunbul dide zanîn ku armanca wan ew e ku ew kevneşopiya Kurdî berdewam bikin û bi ciwanên Kurd re bidin nasandin.

Koordînatorê Chalak Eventsê Tofan Sunbul dibêje “Ev cara 4emîn e ku em ev kargeha Sêva Mêxekrêj çêdikin. Me ev kargeh cara yekemîn di sala 2018an de li gel hunermend Seywan Seidiyan çêkir.  Paşê me bi xwe dewam kir û her sal çêkir. Armanca vê çalakiyê ew e ku, çand û kultura Sêva Mêxekrêj, li temamê welatê me belav bibe. Her wiha em dixwazin bi vê kargehê Kurdên li Stenbolê yan jî ew kesên ku eleqeya wan pê re heye werin û dema xwe pê re biborînin û ji hezkiriyên xwe re an ji xwe re sêvek çêkin. Em dixwazin ev çand zindîtir û berbelavtir bibe.”

Kesên beşdarî kargehê bûn sêva mêxekrêj ku bi sedsalan e di çanda Kurdan de heye çêkirin û rojekê xweş derbas kirin. Ji ber ku çêkirina sêva mêxekrêj sebr, wext û ked dixwaze wek diyariyeke bi qedr û qîmet tê zanîn. Piştî ku sêv bi mêxan (qerenfîlan) tê xemilandin ji sed salan zêdetir wekî xwe dimîne, bêhn û rahiya xwe distêre.

Beşdara Kargehê Hicran Cengiz got “Wateya Sêva Mêxekrêj evîn û aştî ye. Em dixwazin bi vê çalakiyê ev edet carekê din bê xuyakirin. Tê bîra min di çanda me de Sêva Mêxekrêj hebû. Dema em zarok bûn dapîr û bapîrên me ji me re bi lîstikan çêdikirin. Ji bo bêhn vede mêxek dixistin navê. Xweş xuya dibû dixemilî û bêhneke xweş dida.”

Beşdarê Kargehê Bilal Akpinar diyar kir “Ev çalakiyeke pir xweş û romantik e. Di nav me Kurdan de romantizm heye, lê piçekê mirî ye di wan demên dawî de. Ev sêv daxuyaniyeke hezkirinê ye, tiştekê mezin e. Ev nêzî 2 saetan e ez bi vê sêvê re mijûl im. Çêkirina wê kedeke dixwaze.”

Ji xeynî ciwanên Kurd, ciwanên biyanî jî di kargeha Sêva Mêxekrêj de amade bûn. Klaraya Danîmarkî ku bi destgirtiyê xwe yê Rojhilatî Bawer re beşdarî kargehê bûye, dibêje, çanda Kurdan jê re serincrakêş tê û ew gelek hez ji çanda Kurdan dike.

Beşdara Kargehê Klara Breinholt dibêje“Ez gelekî hez ji çanda Kurdan dikim. Ez dixwazim vê çanda balkêş hîn bibim. Jixwe destgirtiyê min Kurd e. Li gorî min ev çandeke gelekî enteresan e. Li welatê min Danîmarkayê çandeke bi vî awayî heye. Ew jî di Krîsmîsê de em portakalan dixemilînin.”

Beşdarê Kargehê Bawer Marûfî destnîşan kir “Li Rojhilatê li cem me hebûye, lê berî ez bêm vir min qet nedîtibû. Yanê beriya ku ev çand bê nasandin. Lê piştî ku hat nasandin ez jî bi vê çandê hesiyam. Min jî çend caran li îran û Rojhilatê çêkir. Ev dibe cara ewil ku ez li Stenbolê çêdikim. Ez gelek kêfxweş im ku bi dildar û hevalên xwe re li vê derê me.”

Kargeha Sêva Mêxekrêj ev sala 4an e ku bi organizasyona Chalaka Eventsê tê çêkirin. Îsal di heman demî de Chalak Events li Stenbol, Wan û Amedê bi hev re kargeha Sêva Mêxekrêj çêkir. Di kargehê de ji bo beşdaran muzîka enstrûmental jî hat pêşkêş kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst