9 hunermendên Kurd ji bo Rojavayê Kurdistanê stranek gotin

Hewlêr (Rûdaw) - 9 hunermendên bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê xerîbî û hezkirina ji Rojavayê Kurdistanê kirin klîp û xwestin bi rêya Rûdawê belav bikin.

Hikmet Hacî, Azad Feqe, Wehîd Muirad, Ronî Cizrawî, Ednan Bavê Hêco, Xebat Duhokî, Nuhad Yûsif, Rakan Elanî, Emîn Nadir bi hev re ew klîp çê kirine.

Hunermendên ev stran gotine, her yek ji wan li welatekî Ewropayê dijî.

Diljan Cûdî helbest nivîsandiye, Ednan bavê Hêco awaz daniye, Hesen Rojava karê dabeşkirina deng û muzîkê kiriye, Semîr Hisênî jî montaj kiriye.

Herwiha Studyoya Xelîl li Stenbolê aranje kiriye, Nîdal Yûsif jî karê montajê bo wê vîdyoklîpê kiriye.

Hunemrend Xebat Duhokî derbarê projeyê de ji pêşkêşkarê Bultena Rojava ya Rûdawê Dilbixwîn Dara re ragihand, ji ber ku heta proje mezintir ba, dê astengiyên li ber projeyê zêdetir bana, herwiha ji ber nebûna îmkanên zêde yên li ber destê wan û dûrbûna hunermendan ji hev, tenê hunermendên ji bajarê Dêrikê di çêkirina vîdyoklîpê de beşdar in û ti hunermendek ji bajarên din tevli projeyê nehatine kirin.

Xebat Duhokî têkildarî astengiyên li pêşiya projeya wan jî got, astengiya sereke dûrbûna hunermendan ji hev bû ji ber ku her yek ji wan li welatekî û bajarekî bû û di wê rewşa koronayê de jî hatin û çûn pir zehmet bû.