Li Îzmirê Festîvala Belgefîlma Mafên Mirovan birêve çû

13-12-2022
Omer Sonmez
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Îzmîr Festîvala Belgefîlma Mafên Mirovan
A+ A-

Îzmîr (Rûdaw) - Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TİHV), di çarçoveya 10ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de, 13emîn Rojên Belgefîlma Mafên Mirovan li Îzmîrê lidar xist.

Di çarçoveya Festîvala Rojên Belgefîlma Mafên Mirovan de 5 belgefîlm ji Tirkiyê, 15 belgefîlm jî ji welatên cuda bi giştî 20 belgefîlmên derbarê mafên mirovan, nîjadperestî û cudakariyê de hatin nîşandan.

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê ji bo balê bikşîne ser girtin û zor û zextên li ser aktîvîsitên mafên mirovan îsal festîvalê diyarî Seroka Tebibên Tirk Şebnem Korur Fincanci û mafnas Bilal Yildiz kir.

Sekreterê Giştî yê TÎHVê û Berpirsê Festîvalê Coşkun Uterci got "Mijara îsal a festîvalê qedexeya cudakariyê bû. Sînemagerên ku belgefîlm çêdikin wek çalakvanên mafên mirovan li pey zelalkirina heqîqetê ne. Em difikirin ku sala bê festîvalê li Amed, Wan û Mêrsînê jî çêbikin. Lewra her diçe eleqe zêde dibe."

Belgefîlma 'Zarokatiya Îmad' a derhênerê Kurd Zehawî Sincawî, ku Tora Medyayî ya Rûdaw bûbû sponsorê wê, di festîvalên navneteweyî de jî hatibû nîşandan, behsa zarokekî Kurd ê Êzidî Îmad dike ku ew di 3 salîya xwe de dikeve destê DAIŞê û ji ziman û çanda xwe dûr dikeve û wî fêrî tund û tûjiyê dikin.

Derhêner Ozlem Diler dibêje "Ez ji salên berê ve vê festîvalê dişopînim. Li Îzmîrê yek ji karên herî baş e. Belgefîlma Zarokatiya Îmad yekem belgefîlm bû ku min li ser DAIŞ û zarokan temaşe kir. Belgefîlm hêja bû, lê gelek bandorê dide ser meriv."

Temaşevan Ozcan Sarıoglu diyar kir "Fîlm behsa zilma DAIŞê ya li ser gelê Kurd dike. Jixwe tiştên ku di belgefîlmê de behs dihat kirin di bîra me de bû. Lewra me ew tiştan beriya çend salan di televîzyonan de didîtin."

13emîn Rojên Belgefîlma Mafên Mirovan li bajarê Îzmîrê, li Navenda Çandê ya Fransayê di navbera 8 û 11ê Kanûnê de ni piştgiriya Yekîtiya Ewropayê hat lidarxistin.

Festîval him li salona sînemayê bi awayekî fîzîkî him jî bi awayekî online hate sazkirin. Li aliyê din beşek ji belgefîlmên festîvalê yekem car îsal li bajarên bakurê Kurdistanê li Wan (di navbera 17 û 18ê Kanûnê) û Amedê (16 û 18ê Kanûnê) jî bên nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst